‘Dengê Aram dengê welat e’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:03

Aram Tigran di salvegera mirina xwe ya 13’an de li Komeleya Çand û Huner a Sanatolia ya Mêrsînê bi bernameyekê hate bibîranîn. 

Aram Tigran di salvegera mirina xwe ya 13’an de li Komeleya Çand û Huner a Sanatolia ya Mêrsînê bi bernameyekê hate bibîranîn. 

Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê û gelek kes beşdarî bernameya bibîranînê bûn. Di bernameyê de wêneyên dengbêjên wefat kirine, hatin daliqandin. Di bernameyê de behsa jiyana Aram Tigran hate kirin. Paşê, Emîn Aksû ji bo bibîranîna Tigran helbest xwend. 

Hunermend Kadîr Çat di bernameyê de axivî û got, “Dengê wî dengê welat e, axa wî axa welat e. Em bi stran û muzîkên wî ruhê wî şad bikin. Em Mamoste Aram Tigran bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Piştre Kadîr Çat û Mehmet Aykût, stranên Aram Tigran gotin, beşdaran jî bi wan re stran gotin. Bername bi çepikan bi dawî bû. 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.