- Bi xêra çanda dengbêjiyê dîrok, çand û serpêhatiyên kurdan zindî mane û kurdan hebûna çanda xwe parastiye. Dengbêj Mihyedîn Dûymak dibêje dengbêjî civak bi xwe ye.
Kurdistan xwedî dîrokeke kevnar e. Gelek çand û folklor di nava demê de derketinê holê û heta îro hatine. Tevî zex, zordarî, dagirkerî û polîtikayên pişaftinê yên dewletên serdest jî ew çand hatine parastin. Yek ji van çandan jî dengbêjî ye. Dengbêjî xwedî dîrokeke kevnar e. Li dijî polîtikayên pişaftinê yên dewletên serdest li ser erdnîgariya Kurdistanê; dengbêjiyê çand, ziman û dîroka Kurdan parastiyê û bûye çavkaniya hebûn û xwebûna neteweya Kurd. Bûyerên ku di nava civakê de jiyane, geşedanên dîrokî ku pêk hatinê, rewşa ku Kurd di nav de dijîn bûye çîrok û ew çîrok ji aliyê dengbêjekê/î ve hatiyê ziman. Denbêja/ê ku wê çîrokê bi dengekî efsûnî bi maqamekî vedibêje tenê stranekê nabêje di heman demê de, dîrokekê vêdibêje. Ew yek jî tevî bindestî û dagirkeriyê jî bîra Kurdan a dîrokî zindî dike û ziman û çanda Kurdî derbasî nifşên nû dike.
Dengbêjî di nava xwede li gor herêman û bajaran taybetmendiyan dihewînê. Dengbêjiya her herêm û bajarekî xwedî taybetmendiyek e. Dengbêj Mihyedîn Dûymak ku di sala 1963’an de li gundê Deşta Lalê ya giredayî Şirnexê jidaîk bûye ji zarokiya xwe dest bi dengbêjiyê kiriyê. Mihyedîn Dûymak li herêma Botan dengbêjiyê dike û li ser dengbêjiyê xebatên wî yên lêkolîniyê hene. Mihyedîn Duymak ku her tim cil û bergên Kurdî li xwe dike, ewil qala çêkirina Birca Belek dike û dikeve nava pêlê dîrokê. Dûymak ku ji zarokiya xwe dest bi dengbêjiyê kiriyê û niha newiyên xwe ferî dengbêjiyê dike. Mihyedîn wiha qala serpêhatiya xwe û dengbêjiya xwe dike:“Di nava malbateke Kurdewar û oldar de mezin bûm. Dema ez biçûk bûm li gundê me şevbuhêrk û civat çêdibûn. Dayik û bavê min jî ez bi xwe re dibirim civatan. Min jî li wir guh dida civatê û ew temaşe dikirin. Hem malbata bav û hem jî ya dayika min denbêj bûn. Wan jî bandor li min kir. Piranî jî min bavê xwe dengbêjî hîn kir. Bavê min bang li min kir û got were li cem me û ji me re stranekê bibêje. Wê deme civaka li wir jî ji bo min gotin ew ê bibe dengbêj. Piştî wê rojê min dest bi dengbêjiyê kir. Di civat, dawet û şevbuhêrkan de min dengbêjî dikir.”
Me gelek êş dîtin
Bindestî û dagirkeriya li ser êrdnîgariya Kurdistanê bûye sedema êşên mezin ji bo gelê Kurd. Mihyedîn Dûymak jî ji van êşan para xwe girtiye. Piştî ku ew ji ber zext û zorên dewletê neçarî koçberiyê dibin neçar dimînê ku navberê bide dengbêjiyê. Mihyedîn Dûymak ku êşa wan rojan wiha tîne ziman:“Di salên 1984-1985’an de ji ber zext û zordariyan dewletê em neçar man ku koçberî Nisebînê bibin. Wê demê min jî navber da dengbêjiyê. Wê deme me gelek êş û zext dîtin. Piştrê em dîsa vegeriyan gundê xwe. Lê gundê me piştî ku hat vala kirin em vê carê koçî Cizîrê bûn. Berê em li gundan azad dijiyan. Lê piştî salên 1984’an zext û zora dewletê zêde bû. Min jî ji wan zext û zoran para xwe girt. Ez her tim di nava kar û xebatên çand û civakî de bûm. Di 2011’an de bi hinceta KCK hatim girtin. Piştî 8 mehan hatim berdan û min di nava kar û xebatên ziman û çandê de cih girt. Niha jî li Cizîrê di saziya Çand û Ziman a Birca Belek de xebatên xwe didomînim.”
Pirtûka li ser dengbêjiyê
Mihyedîn Dûymak di heman deme de bi karê nivîsê re jî alaqadar dibe û bi Ruşen Demîr ve pirtûkeke bi navê “Lêhîstokên herêma Botanê” jî çapkiriyê. Mihyedîn Dûymak bi van gotinan balê dikişîne ser xebatên xwe:“Ez li ser lêhîstokên zarokan, çîrokên zarokan û dengbêjiyê dixebitim. Min pirtûka lêhîstokên zarokan çap kiriyê. Lê yên din jî di destê min de ne û di demekê nêz de wê bên weşandin. Bi van xebatan dixwazim çanda me ya dîrokî derbasî nifşa nû bikim. Ji bo kevneşopî û dengbêjiya me winda nebe min xwest xebateke bi vî rengî bikim. Dengbêjiya Botanê xwediyê taybetmendiyekê ye. Payizokên herêmê bi nav û deng e. 18 makamên folklorik ên taybetmendiya dengbêjiya Botanê heye. Li ser vê jî min xebatek kiriyê û di demekê nêz de weke pirtûk wê bê çapkirin.”
‘Dengbêj dîrokê zindî dihêle’
Mihyedîn Duymak bal kişand ser rewşa dengbêjiya îro û xemgîniya xwe bi van gotinan tîne ziman: “Divê em li dengbêjiyê xwedî derkevin. Berê civak bi hev re bû. Parvekirinek hebû. Hemû kar jî bi hev re dihat kirin. Ji ber wê jî stran derdiketin holê. Lê mixabin niha ew civakbûn ji holê rabû ye. Ji ber wê jî weke berê dengbêjî dernakeve pêş. Mixabin xwedîderketina dengbêjan jî tuneye. Dengbêjî ne tenê dengbêjî ye. Di heman deme de çîrok e, jiyan e. Dengbêjî civak bi xwe ye. Ji ber wê jî divê xwedî lê derkevin.”
Çîroka strana Westanî
Dengbêj Mihyedîn Dûymak di navberê de balê dikişîne ser çîroka stran a Westanî wiha dibêje:“Ew stran di sala 1596’an de ji hela jina bi navê Eyşexan hatiyê gotin. Dema Hûsta Heno kevirên Birca Belek datînê (Ji ber ku kevirên bircê reş û sipî ne jê re dibêjin Birca Belek) Eyşexan dixwazê bi vê stranê êş û jana dilê xwe ji Hûsta Heno bide femkirin. Eyşexan li Cizîrê ji malbateke Mîran e û hevjînê wê ji ber ku jin û mertî bi wî re tunê bûye Eyşexanê bi gotina, “Masî di binê heft baranê de hewceyî avê ne” dixwazê derdê xwe ji Hûsta Heno bide fehmkirin.” Mihyedîn piştî qala çîroka stranê kir, tizbiya xwe kişand serê xwe kir ber xwe û bi dengekî dilşewat ew stran got.
AW/ŞIRNEX