•  “Weke doh, dem ne dema xwenîşandana bi unîformayan e, lê belê ya piştgiriyê ye. Û piştgiriyeke weke ya hevalekî rexnegir lê dilsoz çê.”

Kitêba Pierre Bance a bi navê “La fascinante démocratie du Rojava (Demokrasiya heyranker a Rojava)”* behsa pêkhatina Konfederalîzma Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê dike.  

Daniel Fleury di malpera www.kedistan.net de behsa vê berhema Pirre Bance dike. Ew dibêje, “Mirov sala nû bi kitêbeke Pierre Bance ya diyarî Rojava hatiye kirin, di nava siberoje tarî dyar de sozeke rohnîker e.” 

Ev kitêb Kanûna bihurî derçû. Lê ev ne kitêba yekê ya nivîskarî ye ku diyarî vê “soza demokratîk” a ji bo Rojhilata Navîn hatiye kirin. Navê kitêba wî ya beriya niha “Un autre futur pour le Kurdistan? Municipalisme libertaire et confédéralisme démocratique (Siberojeke din ji bo Kurdistanê? Şaredariya azadîxwaz û Konfederalîzma Demokratîk)”.

Ne romaneke li ser Rojava ye

Daniel Fleury wiha rave dike ka Pirre Bance di kitêba xwe ya nû de serê xwe bi çi diêşîne: “Weke doh, dem ne dema xwenîşandana bi unîformayan e, lê belê ya piştgiriyê ye. Û piştgiriyeke weke ya hevalekî rexnegir lê dilsoz çê. ... Ev ne romaneke li ser Rojava ye...
Hûn ê tê de “pêşnivîsê” bibînin ya ku îşaret bi temamê naveroka wê dike, weke li jêr:
Ji bo avakirina civakeke xwe disipêre mafê mirovan û ekolojiya civakî, li ser esasên komuna xweser û federalîzmê, aktorên sivîl û siyasî yên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî xwe li ser metneke avaker a destûrî ava dike: Peymana Civakî. Ew hewl didin di nava heman sîstema siyasî de demokrasiya yekser û ya parlamenter li hev bînin. Tevî ku bipêşketinên di warê maf û azadiyan de têra xwe ne jî, xebitîna demokratîk a saziyên xweseriyê ji ber peywenda jeopolîtîk giran û zehmet e.”

Sosyalîzmeke demokratîk û azadîxwaz

Weke kitêba wî ya pêşî ev kitêb jî ji weşanên Editions Noir et Rouge derçûye. Daniel Fleury eşkere xwînerên anarşîst hişyar dike ku kitêb wê li qalibên ew elimînê, neyê: “Heger hûn li benda lêkolîneke liberhevgirtinê ya Bakounine et Rojava bin, ya ku bi hevokên fena ´weke anarşîst...´ xeberên mezin destpê bike, hûn li ser rêya şaş in. Ev kitêb terîfeke kite bi kite û heyranmayî ya pêvajoyên li Bakurê Sûrî ye, bi wê prîzmaya ku wê bibe ´sosyalîzmeke demokratîk û azadîxwaz´, ya ku hûnê di vê kitêbê de bibînin jî ev bi xwe ye.”

Ne rûpelekî nû yê kitêba şikestiyan be

Di kitêbê de pênc beşên sereke hene. Ji bilî wan gelek pêvek, têbînî di kitêbê de hene. Li gorî Daniel Fleury “Pierre Bance hewl dide di vê berhemê de ku ew weke ceribandin bi nav dike, parve bike ´çavderiyeke bi îhtîmam a Peymana Civakî ya Rojava, bicihanîna wê, tevî nihêrîneke angaje ya li ser rêzgirtina ji konfederalîzma demokratîk û şaredariya azadîxwaz re´. ... Ew bi dawî dike gotinên xwe bi hêviya xwe ya dubarenekirina ´rûpelekî nû yê kitêba şikestiyan´ çawa ku li ser Komuna Parîsê hat nivîsîn.”

Peymana Civakî, bicihanîna wê ya ku di kitêbê de bi berfirehî hatiye nivîsandin, Pierre Bance ê hiqûqzan û milîtan heyranî xwe hiştine û ji ber wê jî ew nav li kitêba xwe kiriye.

Axir, heger hûn ji xwînerên me yên fransîaxêv bin, kitêba Pierre Bance a bi navê “La fascinante démocratie du Rojava” a ji weşanên Edition Noir et Rouge li ber destê we ye.

PARÎS