Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
În 27 Hezîran 2025 - 03:35
Komîsyona Ol û Baweriyan a Rêxistina DEM Partî ya Bajarê Stenbolê, di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Aştî û Demokrasiyê” li Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê ya li Kadikoyê bi Çerkesan re hevdîtin pêk anî. Çerkesên ku beşdarî hevdînê bûn pêvajo nirxandin. Serokê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Cengîz Gul, diyar kir ku dê ev pêvajo hemû gelan biserbixe û destnîşan kir ku li dijî kiryarên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê ne û got:“Em li benda avêtina gavên demokratik in. Gelê me li Kafkasyayê sê sal şer kir. Em wek gelê Çerkes şer naxwazin.”
Endama Lijneya Weşanê ya rojnameya Jinepsê Bîrgul Asena Guven, diyar kir ku pirsgirêka demokrasiyê ya hemû gelan e û got:“Pêvajoya aştiyê de aliyên têkildar her du aliyên şer in. Lê belê ger ew şer di sînorê welatekî de be hemû civaka wî welatî eleqedar dike. Her kes parçeyeke pirsgirêkê be divê bibin parçeyê çareseriyê jî. Divê hemû gelên li welêt piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Divê dest ji hînbûnan berdin
Bîrgul Asena Guven, destnîşan kir ku têkiliyên di navbera gelan de girîn in û got:“Têkiliya bi gelan re nîşaneya nêrîna me ye. Ji ber vê yeke divê em der barê hev de hînbûnan jibîr bikin. Mînak tiştên ku ez der barê Kurdan de fêr bûm, min di jiyanê de ceriband. Ev bêtir di bin bandora medya ya dijital û ji îdeolojiya fermî bûn. Herwiha tiştên der barê Elewî, Suryan û Lazan de jî nêrînên îdeolojiyên serdest ê. Ev hînbûn ne ji bo gelan ji bo desthilatan baş in. Heta em hînbûnên nû nexin dewsa van pêşxistina demokrasiyê ne pêkan e. Helbet divê destura bingehîn bê guhertin. Nêrîna jinan der barê vê pêvajoyê de bêtir objektîf û şoreşgerî ye. Di dîrokê de jî jin her tim veguherîner e. Ji ber vê jin dikarin hînbûnan jêbibin.”
Pêvajo ji bo gel û baweriyan girîng e
Endama Komeleya Çanda Kafkas Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku pişgiriyê didin pêvajoyê. Diyar kir ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê gel û baweriyên herêmê bi hevre bibin xwedî firsenda welatekî azad û got:“Pêvajo me pir bi kelecan kir. Gelê Kafkas, weke gelê Kurd zû bişaftin ferq nekir. Lewre pêşiyên me di sala 1864’an de sirgûnê vir bûne. Nifşên me û nifşên nû li ber bişaftinê berxwe nedan. Niha zarokên me li dibistanan zimanê xwe yê dayikê fêr nabin. Ji ber wê ez pêvajoyê ser navê gelê xwe û hemû gel û baweriyan pir girîng dibinim.”
Divê em tevlî têkoşîna gelê Kurd bin
Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku divê dewlet gavên xurt biavêje û got:“Têgihiştina gelê Çerkes a pêvajoyê û li gorî vê têkoşîna wan girîng e. Heta 10 saliya xwe min zimanê Çerkesî nizanibû. Bi bişaftinên dewletê ve bi me dan jibîrkirin. Kirdeya têkoşînê gelê Kurd e. Em dikarin sûdê ji wan bigrin û beşdarî têkoşîna wan bin.” Endamê Lijneya Rêvebirê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Yalçin Karadaş, bal kişand ser têkparêziyê û got:“Di despêka damezirandina Tirkiyeyê heta niha tu car nebûye demokratîk. Her tim tekparêz bû, tirkperest bû û li ser zihniyeta sunnî û baviksalariyê hate damezirandin. Gelê me ji destpêkê ve li dijî vê yeke bûn. Di sala 1923’an de kare komarê yê yekemin li ser me ferzkirina tirkbûnê bû û li ser me polîtîkayên tundiyê pêk anîn. Divê hemû gel bi reng û nasnameyên xwe ve bêyî tekparêziyê bi nêrîneke demokratîk bi hevre ji bo demokrasiya welet têbikoşin.”
MA/STENBOL