Demirtaşî berde!

Sêşem 22 Kanûn 2020 - 15:56

  • DMME´yê ji dewleta Tirk bi biryareke dawiyê xwest hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaşî tavilê berde. 

Dayreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) biryar da ku dewleta Tirk ji hevserokên berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaşî tavilê berde.

DMME´yê biryara xwe ya ji bo hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaş ê ji 2016´an ve di hepsa Edirneyê de tê ragirtin, eşkere kir. Dayreya Mezin a dadgehê biryar da ku dewleta Tirk biryara DMME´yê ya 2018´an binpê kiriye û divê Demirtaşî tavilê berde.

Parêzerê Demirtaşî, Mahsuni Karaman got, "Dayreya Mezin çawa ku diviyabû, biryar da ku Demirtaş tavilê bê berdan. Bi vê biryarê tevahiya tohmetên li dijî muwekilê me pûç bûn. Piştrast bû ku ev 4 sal in bi hincetên siyasî ew rehîn hartiye girtin. Piştî biryarê, hinceta biryar ne ya dawiyê ye jî ji hiolê rabû. Ev biryar vebirrî ye û fermanê dide. Dadgeriya dewleta Tirk divê tavilê Demirtaşî berde." .

DMME´yê di 20´ê Mijdara 2018’an de biryar dabû ku Demirtaş ê ji 4´ê Mijdara 2016´an ve girtî, bê berdan.

Parêzerên Demirtaşî, Mahsuni Karaman, Benan Molu û Ramazan Demir ji bo ku biryarê ragihînin Demirtaşî li Edîrneyê ne. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ew daxuyaniyekê bidin.

EDÎRNE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.