Demildest tecrîdê rakin

Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 01:30

Li gelek bajaran bi çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê"  xizmên girtiyan û rêxistinên nûnerên civakî doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. 

Îzmîr

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan bi çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin ba hev. 

Çalakiya ku her hefte roja Duşemê li ber girtîgehên Îzmîrê tê kirin, hefteya 11’emîn li pey xwe hişt. Di vê hefteyê de jî pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Deng bide zindanan” li xwe hatin kirin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 

Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê Hacay Yilmaz ê li vir axivî, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê belavî hemû civakê hatine kirin û got: “Îro tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê, berdewama polîtîkaya tecrîdê ya desthilatê ye. ‘’

Mêrsîn

Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê çalakiya rûniştinê hate kirin. Di çalakiya kete hefteya 11’emîn de her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin li xwe kirin. Malbatên girtiyan ên daxwaza rakirina tecrîdê kirin, xwestin ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. 

Amed

Xizmên girtiyan li Amedê li ber Girtîgeha Kampusê ya Amedê bi dirûşmeya "deng bide azadiyê" li hev kom bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya "Bijî berxwedan zindanan" hat berzkirin. 

Ji xizmên girtiyan Gulistan Bûdakê got: "Êdî bila dayik negirîn. Ne nameyek ne jî telefonek ji zarokên me tê. Êdî bila daxwaz bên qebûlkirin." 

Ji xizmên girtiyan Ayten Kiliê jî got: "Bi mehan e tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Zarokên me ji bo tecrîd bê rakirin di çalakiyê de ne. Em jî piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe." 

Edene

Xizmên girtiyan, li ber Girtîgeha Kampusê ya Kurkçuler a Edeneyê kom bûn. Di çalakiyê doza rakirina tecrîda li Îmraliyê hat kirin. Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Êlih

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hatin cem hev. Parlementerê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn. 

Tiryakî ku li vir axivî, bertek nîşanî zextên li girtîgehan da û got ku ew tecrîdê qebûl nakin û heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên xwe bidomînin. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.