• Di civîna heftane de berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: “Divê demildest tecrîdkirina Birêz Ocalan bê betalkirin.” 

Di civîna heftane de berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: “Divê demildest tecrîdkirina Birêz Ocalan bê betalkirin.” 

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran tevlî civîna Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bû. Wê salvegera 23'yan a Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got tecrîdkirina Ocalan ji roja rehîngirtina wî ve didome: ''Divê demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê were. AKP-MHP vê pêvajoya dawî di ser Birêz Ocalan re dixwaze hinek manîpûlasyonan bike. Em dîsa dibêjin, gelek gotin û fikr hene ku Birêz Ocalan dikare ji civakê re bibêje. Ji ber vê jî demildest divê ev tecrîd rabe û hevdîtin çêbin."

Ayşe Acar Başaran got, polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye, bal bire ser rewşa girtiyên nexweş: ''Niha li girtîgehan 600 jê rewşa wan giran, hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Tenê sala 2021'ên piştî ku înfaza wan hat taloqkirin, bi demeke kurt, 59 girtiyên nexweş, li nav çar dîwarên girtîgehê yên di bin kontrola desthilatê de jiyana xwe ji dest dane. Desthilat meyldar e ku ji bo girtiyên nexweş gavan neavêje. Li girtîgehan polîtîkaya mirinê bi rê ve dibe. Desthilat divê girtîgehan bes bike malên mirinê.

Em nîqaş dikin ka em têkoşîneke çawa dikarin bimeşînin li dijî êrişên li girtîgehan ên li dijî jinan, nexasim jî di şexsê Aysel Tugluk de yên ku bi rêbazên êşkenceyê li dijî girtiyên nexweş ên jin tên kirin.” 

STENBOL