• Cemîl Bayik pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' şirove kir û got, "Em dixwazin bi rêya vê pêngavê têkoşîna xwe ya bi salan bi ser bixînin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û tevî bûyerên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, pêngava KCK'ê ya bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' şirove kir. Bayik pêşî qala rola Rêber Apo kir û got: “Niha Rêber Apo jiyana xwe hemû xiste xizmeta gelê Kurd û xiste xizmeta mirovahiyê. Ji bo xwe jiyanek şexsî ti carî nejiya. Ti carî jiyanek wiha nefikirî û neda pêşiya xwe. Eger jiyan bibe divê di xizmeta azadiyê de be. Jiyana xizmeta azadiyê neke, ez wê jiyanê qebûl nakim. Ji bo wê, temamî jiyana xwe li ser vî bingehî xiste xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê. Eger îro li Kurdistanê gelê Kurd zindî bûye, rabûye ser piya, derveyî azadiyê tiştekî din qebûl nake; ji bo azadiyê tekoşînê dike, eger gelê Kurd îro li cîhanê hatiye nasîn, rêz ji Kurdan re tê girtin, ji gelê Kurd tê hezkirin, ev hemû bi têkoşîna Rêber Apo çêbûye… Bi sala me got li ser Rêber Apo êşkence heye, êşkenceyeke bê sînor tê kirin. Lê CPT dengê xwe dernedixist. Vê dawiyê bi xwe qebûl kir û got li ser Rêber Apo êşkence heye. Tecrîd êşkence ye. CPT bi xwe got; tecrîd li ser Rêber Apo tê kirin. Neçar ma ku vê bêje. Ev bi têkoşîna gelê me qebûl kir.
Dostên gelê Kurd hemû yên ku armanca xwe demokrasî û azadî hemû dibêjin, êdî Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe. Em qebûl nakin di nava wan şertan de bê hiştin. Dem hatiye derbas dibe, ji bo wê divê rojek berî rojekê Rêber Apo azad bibe.

Çarenûsa gelê Kurd mewzûbehs e

Ji ber ku me dît her kes vê dixwaze. Madem her kes vê dixwaze, divê her kes jî di vê pêngavê de cih bigire. Ji ber ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’an tê kirin. Şerekî pir dijwar e. Kes li derveyî vî şerî nemaye. Her kesek ji vî şerî bandor dibe. Li Rojhilata Navîn hevsengî têk diçin, statûyên berê hilweşiyan. Hevsengiyên nû çêdibin, statûyên nû çêdibin. Bo wê her kesek berjewendiyên xwe esas digire, pêngav li ser pêngavê dikin; ê çawa berjewendiyên xwe xurt bikin. Bo wê gelek pirsgirêk hene, li Kurdistanê rû didin. Li herêmên Ereban pirsgirêk hene. Di navbera Îsraîl û Ereban de pirsgirêk hene. Li Iraq, Sûriye û Îranê pirsgirêk hene. Ev ne tenê pirsgirêkên leşkerî ne. Yên civakî, yên rêxistinî, çand û gelek pirsgirêk hene. Di nava van pirsgirêkan de, gelê Kurd jî pirsgirêkên xwe yên mezin hene. Ji ber ku şerê Cîhanê yê 3’an esas li Kurdistanê tê kirin.

Meqsed xwegihandina armancê ye

Pêgava me nû destpê kirî, ji yên berê hîn cudatir e. Cudahiya wê di kûderê de ye, ew dîroka têkoşîna ku me bi gelek bedelan pêşxistî, em dixwazin bigihînin armancê, ne ku weke berê em tevgerê pêş bixin. Li ser gava ku me avêtî, me nirx avakirî, em dixwazin xwe bigehînin armancê. Armancên xwe yên azadî û demokrasiyê hem ji bo gelê xwe û hem gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk bînin. Cudahiya vê ji yên berê di vir de ye. Ji ber ku rewşa li Rojhilata Navîn vê dixwaze, ji ber ku şerekî pir mezin heye. Statû, denge û hertişt xirab bû, wê nû çêbibin, her kesek di wir de berjewendiyên xwe werdigre, ji her kesî zêdetir pêwîste Kurd berjewendiyên xwe esas bigre. Her kesek pêngava davêjin, pêwîste ji herkesê zêdetir Kurd pêngavê bavêjin, ji ber ku firsendekî dîrokî ji bo Kurdan derketiye, ku çiqas metirsîdar jî derketine ji ber ku hîn fersendên wiha mezin çênebûne. Fersendekî pir mezin çêbûye, ew siyaseta ku li ser statûya înkar û îmhayê xirabe bûye, dengeya li ser wê xirabe bûye, ev jî her kesê zêdetir ketiye xizmeta gelê Kurd. Ger Kurd vê fersendê ji bo xwe bi kar bînin, ji her kesê zêdetir wê bikare encamê bigre, ji xwe ji her kesê zêdetir ev mafê gelê Kurd e. Kurdan bi têkoşîna xwe jî ev heq kiriye.

Jin û ciwan pêşeng in

Niha him jin û ciwan, di tevgera me de pêşeng in. Çawa gerîla pêşeng e, ew jî pêşeng in. Ji ber ku ruhê azadiyê di wan de ye. PKK jî ji ber ku tevgereke azadiyê ye, ruh, jiyan û karakterê Rêber Apo jî azadî ye, ji bo wê pêşengiya jin û ciwanan ji bo xwe esas wergirt. Ji ber ku kesek armanca xwe azadî be ku bikaribe vê têkoşînê bi pêş bixe, bigihîne armancê, lazim e jin û ciwanan ji bo xwe bike esas. Ji ber ku ruh û hestê azadiyê di wan de ye. Taybetmendiya wan ê azadiyê hene. Ji ber vê Rêber Apo got PKK tevgereke jin e. PKK azadiyê ji xwe re dike esas û azadî jî ji azadiya jinan derbas dibe. Li Kurdistanê jinên Kurd xwerêxistin kir, civakê jî rêxistin dike. Pêşengiya civakê dike.”

ANF/BEHDÎNAN