Li gundên bajaroka Sengeser ya ser bi navçeya Pişder a ser bi îdareya Raperînê her sal di dawiya meha Nîsanê de bi awayekî zibare dest bi qusîna pez dikin. Îsal jî ji ber meha Remezanê ev kar di saetên danê êvarê de tê kirin.
Xelkê deverê ji berê de ji hiriya mih û bizinan gelek pêdewîstiyên rojane tedarik dikirin, îro jî weke berê nebe beşekî debara xwe pê dikin.
Xelkê gundê Duwgumanî ya ser bi bajaroka Sengeserê zibare dest bi qusîna pez kirine. Welatiyê bi navê Kameran Bapîr ji bo pezqusînê alîkariya cîranê xwe dike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ