Dema propagandayê bi dawî bû

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 02:35

Dema propagandaya ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatî diyarkirin, bi dawî bû. Ji hilbijartinê re tenê 4 roj man.

Li Herêma Kurdistanê biryare di 20’ê mehê de hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Li gor biryara Dadgeha Federal çar herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Herêma Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ne. Hejmara kursiyên herêman wiha ye; Silêmanî 38 kursî, Hewlêr 34 kursî, Duhok 25 kursî û Helebce 3 kursî. Bi giştî hezar û 191 namzet dê ji bo 100 kursiyan bikevin pêşbirkê û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet. Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, di hilbijartinan de mafê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan ya dengdanê heye.

Dengdan ferz e

Xelkê Helebce bang li gelê Başûr kirin ku çawa nimêj ji misilmanan re ferz û girînge, ev hilbijartine jî ji bo gelê Başûr û qedera gelê wê girîng e ku divê her kes dengê xwe bide.

Fatîh Belxeyî got:“Ev hilbijartine weke nimêjkirina li mizgeftê li ser welatiyan ferze. Pêwîste bi kelecaneke mezin û germ biçin ser sindoqan û dengê xwe li dijî aliyên ku xak, welat, gel û çavkaniyên vî welatî firotine deng bidin, ji ber ku dema welatiyan dengê xwe da tu gilî û gazindên tu kesê namîne ku kîjan alî hilbijêre.” Îkram Mistefa jî got:“Ez bang li hemû beşên civakê dikim ku biçin ser sindoqên dengdanê; kê zilm li we kiribe li dijî wan dengê xwe bikar bînin, li beramberî wê dengê xwe bidin aliyek wisa ku hûn jê razî ne. Ji bo vê yekê jî divê gel pir baldar û hişyar tevbigere û bi tu awayî hilbijartinê boykot neke.”

YNK wê kerameta gel biparêze

Di mîtînga heftemîn û dawiyê ya YNK’ ya Hewlêrê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî axivî û got:“Ev pênc salin hikûmeta nekariye mûçe ji gel re dabîn bike. Polîtîkaya petrolê ya hikûmetê nîne. Lê siyaseta dizîn û petrolê heye. Ev hikûmeta welat ber bi sîstema polîs ve dibe û emê dawî li vê sîstema polîs bînîn. Ji ber fîdyeya ji bazirganan distînin, bazirgan Hewlêrê terk dikin. YNK wê Kurdayetiya Başûrê Kurdistanê jinûve zindî bike, keramet û ewlekariya gelê me biparêze. Niha YNK vegeriyaye ser rêya xwe û şoreşeke ku çokên dijberên me dişkêne daye destpêkirin.”

Çavdêrê siyasî Yadgar Elî jî derbarê hilbijartinên Başûr de ev tişt got:“Divê deng ji wî aliyî re bê dayîn ku Herêma Kurdistanê ji van qeyran û tengasiyan rizgar bike û xweferzkirina PDK’ê ji holê rake. Tirseke mezin a PDK’ê heye, beşek ji tirsên wê ew çaksazî ne ku di sîstema hilbijartinê de hatine kirin. Beşeke din a tirsên wê yekbûna YNK’ê ye, ji ber ku niha YNK ne YNK’a berê ye, niha yekgirtî, yekdest û yekbiryar e. Hin alî ditirsin, hewl didin ku hilbijartin pêk neyê, dixwazin ku rewşa Iraqê têk biçe, tevlihevî çêbe da ku li Herêma Kurdistanê hilbijartin di dema xwe de neyê kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.