Li Başûrê Kurdistanê dema kesaxtina mêwa û kolandina reza destpê dike. Welatî di nava salê de ji bo bidestxistina berhemek baş, gelek zehmetî bi rezên xwe re dibînin.

Li bajaroka Serkepkan a Ranyayê jî welatiyan dest bi kesaxtina mêw û baxên xwe kirine. Welatiyê bi navê Ewla Resul ku temenê wî nêzî 80 sale, meqesa xwe ya mêw birînê girtiye destê xwe û berê xwe daye nava baxê xwe yê tirî û hinaran.

ROJNEWS/RANYA