Dema Dirîreşkan elaqeyeke baş dibîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:06

  • Filma “Dema Dirîreşkan” promiyera xwe li “Festîvala Filman ya Mostra de Valencia” pêk anî. Film cara ewil e ku li Ewrûpayê tê nîşandan û eleqeyeke mezin dît. 

Filma “Dema Dirîreşkan” promiyera xwe li “Festîvala Filman ya Mostra de Valencia” pêk anî. Film cara ewil e ku li Ewrûpayê tê nîşandan û eleqeyeke mezin dît. 

Filmê ku derhêneriya wî Haşim Aydemir dike li gel tevdîrên koronayê film li Valensiyayê li “Salona Sînemayê ya Babîl” di 17 û 18’ê Cotmehê de hat nîşan dan. Li gel tevdîrên koronayê jî temaşevanan dîsa eleqeyek baş nîşanî film da û hevpeyvîna pişt film jî şopandin. Çêkerê film Serhat Hulaku derbarê pêvajoya çêkirina film de axivî û got; “Dema me li Silêmanî film çêdikir ji ber şert û mercên li wir em mecbûr man ku du caran film bidin sekinandin. Lê dîsa jî bi keda sînemavanên Kurd yên ku ji çar perçeyên Kurdistanê hatibûn ev film bi dawî bû. ”

Filmê ku Erol Balcı senaryoya wî nivîsiye ji ber pirtûka nivîskar Murat Turk ya bi navê “Dema Dirîreşkan” hatiye girtin. 

Li gor agahiyên A Punt Media ku festîvalê dişopîne, heya niha filmê “Dema Dirîreşkan” û “Mifteyên Şikestî” ji temaşevanan puanê herî baş girtine û îhtimal e ku film xelata temaşevanan a îsal bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.