Dema binçavkirinê zêde kirin

În 27 Îlon 2024 - 02:10

Mamosteyên Kurdî jî di nav de dema binçavkirinê ya 29 kesên hatibûn binçavkirinê hate dirêjkirin.  Bi çarçoweya êrîşên dijî Kurdî dema binçavkirinê ya mamosteyên Kurdî ku hatibûn binçavkirin hate zêdekirin. Dozgeriya Tirk derheqê dosyayê biryara ‘nepeniyê’ da. 

Polîsan Tirk 24’ê îlonê li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de girtin. Bi awayekî hemwext polîsan bi ser malên mamosteyên Kurdî de jî girtin. Girtina bi ser saziyan de bi çarçoveya lêpirsîneke  sala 2022’yan hatin kirin û 30 kes hatin binçavkirin. Dozgerê dagirker ê Tirk ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” da. 

 Ji xebatkarên Payîz Pirtûkê Cîhat Guney duh piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Diyar bû ku dema binçavkirinê ya binçavkiriyên din ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.  

Kesên ku hatine binçavkirin 

Kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şûkran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.