Dema azadiya Rêber APO ye

Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:45

Li paytexta Elmanya Berlînê û payteyxta saziyên Ewrûpayê Strasbourgê bi daxwaza azadiya Rêber APO û bidawîkirina qedexeya PKK’ê wê meş bên organîzekirin. Li Strasbourgê di 9’ê Nîsanê, li Berlînê jî wê di 10’ê Nîsanê de Kurd û dostên xwe çalakiyan li dar bixin. Herwiha meş ji bo piştgiriya banga Rêber APO ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî tên pêkanîn.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz da zanîn ku banga Rêber APO di qada navneteweyî de deng vedaye û got:’’Ji DYE heta Çînê gelek welat, herwiha Yekîtiya Ewrûpayê û Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, daxuyanî dan. Lê ne Tirkiyeyê ne jî dewletên Ewrûpayê gaveke şênber neavêtin. Tecrîd hîn didome.’’

Dawî li qedexeya li ser PKK’ê bînin

Di meşê de peyamên sereke azadiya fizîkî ya Rêber APO û bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê ya li Ewrûpayê ne. Huseyîn Yilmaz destnîşan kir ku qedexeya ku ji sala 1993’an heta niha didome derveyî demokrasiyê ye û got:’’Ev qedexe gelê Kurd krîmînalîze dike û pêşiya siyaseta demokratîk digre.’’ Yilmaz banga tevlîbûna meşên 9 û 10’ê Nîsanê kir û got:’’Divê hemû beşên alîgirê aştî, demokrasiyê û azadiyê ne, gelê Kurd ê welatparêz, rewşenbîr û demokrat divê di meşê de cihê xwe bigrin.’’

Bikevin nava tevgerê

Çalakiya ku 9’ê Nîsanê li Strasbourgê li pêş Konseya Ewrûpayê di saet 11’an de pêk bê jî wê bi dirûşmeya ‘Civaka Azad û Rêbertiya Azad’ were lidarxistin.Bi vê çalakiyê wê ji bo azadiya Rêber APO bang li saziyên Ewrûpayê bê kirin. Meşa 10’ê Nîsanê li Berlînê bê pêkanîn, wê di saeta 13’an de li Brandenburger Torê bê destpêkirin. Piştî meşê wê bi tevlîbûna parlementerên ji parlementoya federal a Elmanyayê, mitîng bê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.