Hunermendên Kurd êrişên li dijî gelê Kurd ên li Kurdistana Federe, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din û têkoşîna gelê Kurd a li van cihan nirxand. Wan got, yekane rêya ku Kurd pê zincîran biqetînin û ber bi azadiyê ve bimeşin yekîtiya neteweyî ye.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan endamên Platforma Hunermendên Kurdistanê Xelîl Xemgîn û Hozan Diyar re peyiviye. Xelîl Xemgîn bal bire ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Hunermend Xelîl Xemgîn, bi bîr xist ku wan di dema êrişên dagirkeriyê yên Girê Spî û Serêkaniyê de Platforma Hunermendên Kurdistanê ava kiriye û bi vê polatformê ji bo yekîtya neteweyî dest bi hin xebatan kiriye. Xelîl Xemgîn got, ji ber ku siyaseta Kurdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî hal nake û li dor armancên hevpar yek nabe, ji bo lîstik û mudaxeleyên hêzên derve dibe zemîn.
Nebûna Yekîtiyê şerm e
Xelîl Xemgîn li ser parçebûna sedsalî ya siyaseta Kurd jî got, "Ev ji bo gelê Kurd cihê şermê ye. Partî û rêxistinên Kurdan hemû stratejiyên xwe, bîrdoziya xwe diyar dikin lê nikarin vê yekê di warê yekîtiya neteweyî de birêxistin bikin. Ev, pirsgirêka me ya herî mezin e. Em hunermendan xwest ji bo yekîtya neteweyî hewl bidin. Me hevdîtin bi gelek derdoran re kirin. Heger yekîtî çêbe, heger siyaseta di vî warî de bi ser bikeve, hem pirsgirêk wê çareser bibin, hem jî zemîna ji bo êrişan wê nemîne. Bi vî awayî hem gel wê bê parastin hem jî destkeftiyên ku bi berdêlên giran bi dest ketine, wê bên parastin."
Xelîl Xemgîn ji bo yekîtiyê careke din bang li partî û rêxistinên Kurdan kir û got, "Ev, di sedsala 21’ê de firsenda me ya dawî ye. Kesên danûstendinê bi dewleta Tirk re dikin, ên li dijî xwişk û birayên xwe û gelê xwe siyaseteke qirêj dikin, bila baş zanibin ku ne dîrok ne jî gel wê wan efû neke. Em rewşa li Başûr dibînin. Gel rabûye ser piyan. Rewşa gel nebaş e. Çi dibe bila bibe, siyaseta Kurd divê li dor armancên hevpar bê cem hev. Û divê kesên xwe firotine dijmin jî ji nav lepên dijmin derxîne."
Destketî yên miletê Kurd in
Hunermend Diyar jî gotiye, "Em ê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk vê sedsalê bi dest bixin. Kesên li Rojhilata Navîn xwedî paradîgma ne, Kurd in. Dizanin çi dikin û vê bi canê xwe îsbat kirine. Bi felsefeya Modernîteya Demokratîk dikarin li gor mentalîteya Rojhilat Navîn ji perwerdehî, tenduristî û edaletê bigire heya hiqûqê bi her awayî pêdiviyên xwe peyda bikin. Em dikarin bi vê felsefeyê zincîran bişikînin û azad bibin.
Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya gelê Bakur dike, lê divê bê zanîn ne dostê kurdên Başûr e. Êşa li perçeyekî, tevahiya kurdan diêşne. Êş û şahiyên me yek in. Başûr ne ya PDK'ê, Bakur ne ya PKK'ê, Rojava ne ya YPG'ê, Rojhilat ne ya PDK-Î'yê ye. Kurdistan a gelê Kurd e. Ev partî û rêxistin jî nirxên gel in. Lê meseleya me ya azadiyê heye. Her roj zarokên me tên kuştin. Her roj çanda me xirab dikin, zimanê me qedexe dikin. Nexwe her çar parçe divê bi hev re tevbigerin."
NAVENDA NÛÇEYAN