Dem dema azadiyê ye

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 13 Îlon 2020 - 23:00

  • Li gelek bajarên Ewrûpayê di çarçoveya pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê” çalakî pêk hatin û azadiya Rêber Apo hat xwestin û tecrîd hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dimînin, di çarçoveya pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê” daketin qadan û azadiya Rêber Apo xwestin.
Kurdistanî li bajarên Darmstad, Saarrbrukcken, Frankfurt, Dusseldorf, Stutgart û Heilborn ên Elmanyayê, li Franse, Hollande, Swîssre, Kanada, Norvêç û Danîmarkayê çalakî pêkanîn.
Kurdistanî li Darmstadtê meşiyan û tevî provakasyonan jî mîtîngek pêkanîn û axaftin kirin.
Li Frankfurtê jî kurdistanî û dostên xwe li Frankfurtê kom bûn û daxuyaniyek li meydana Hauptwachê xwendin, qala zilm û zora dewleta Tirk kirin.
Di çalakiya li Saarbruckenê de qala zilma 40 salan a ji darbeya 12ʼê Îlonê ve hat kirin.
Kurdistaniyên li Stuttgartê jî di mîtînga xwe de slogan “terorîst Erdogan” gotin.
Li Heilbornê jî çalakiyek hat kirin. Kurdistaniyên li dewrûberê rûdinên beşdarî çalakiyê bûn û peyam dan ku wê çalakiyên wan ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.
Çalakiya li Dusseldorfê bi beşdarbûneke xurt çêbû û gelek sazî û dezgehan jî tê de cihê xwe girtin.

Bêdengiya dewletên Rojava

Di çalakiya li paytexta Franseyê Parîsê de hat gotin, wê jiyaneke bê Rêbertiyê ti carî qebûl nekin.
Li Strasbûrgê jî çalakî li ber Garê hat kirin û di çalakiyê de hat gotin, li Îmraliyê yê tê tecrîdkirin, îradeya gelê Kurd, îradeya azadiyê ye.
Li Marsîlyayê jî li Canabiereyê mîtîng pêk hat û silav dan berxwedana Heftanînê.
Di çalakiya li Toulousê de jî hat gotin, faşîzma darbeya 12ʼê Îlonê hê didome.
Di çalakiya li Lorinentê de bêdengiya dewletên Ewrûpî li hemberî zilma dewleta Tirk hat destnîşankirin.
Di çalakiya li bajarê Zurîh ê Swîsreyê de hat gotin, bloka AKP û MHPê faşîzma 12ʼê Îlonê ji nû ve bi destê xwe çêkirine.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî kurdistanî li ber Dîwana Edaletê hatin cem hev û tecrîd şermezar kirin.
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê jî bi beşdarbûna gelek sazî û dezgehan çalakî pêk hat.
Li bajarê Oslo yê Norvêçê li ber parlementê çalakiyek hat kirin. Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî tecrîd hat şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.