Delîl nînin doz hene

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 21:27

  • Di doza li dijî siyasetvan Abdullah Ocalan de di îdîanameyê de ti tohmeta sûc be nîne. Parêzerê wî Kuhn dibêje, ji ber wê jî nabe ku bê dadgehkirin. Parêzerê hunermend Mazlûm Dora jî dibêje, bê delîl muwekilê wî hatiye girtin.

DENIZ BABÎR / FRANKFURT

Dewleta Elman xwe dispêre qedexekirina PKK'ê bi biryara Wezareta Karên Hundir a  sala 1993'yan û xala qanûna ceza ya Elman 129 a/b, gelek siyasetvan û çalakvanên Kurd krîmînalîze dike û li gelekan jî cezayên hepsê dibirre. Halê hazir ji ber doza li dijî Abdullah Ocalan û Mazlûm Dora yên ku 11'ê Gulana 2021'ê hatin girtin, doz hatine vekirin û ev doz dewam dikin. 

Siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê ketiye ber vê doza siyasî ya dewleta Elman. Çarşema bihurî rûniştineke dozê bi rê ve çû. Heta niha gelek rûniştinên dozê bi hinceta pandemiyê û nexweşiya dadgeran hatibûn taloqkirin. Parêzerê Abdullah Ocalan Stephan Kuhn ji rojnameya me re peyivî û got, li dijî siyasetvan û hunermedên Kurd ti delîla berbiçav nîne, lê dîsa jî ev qederê salekê ye di hepsê de ne. 

Tenê îdîaname hatiye xwendin

Piştî ku Gulana par Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu çû Berlînê, siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan li Heilbronnê û hunermed Mazlûm Dora jî li Esslingenê hatibûn girtin. Ocalan niha di hepsa Frankfurtê de ragirtiye. Rûniştina sisiyan a doza li dijî wî, 4'ê Gulanê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê bi rê ve çû.

Parêzerê Abdullah Ocalan, ji rojnameya me re peyivî û got, “Wî tohmetbar dikin bi wê yekê ku wî du salan li Frankfurt û Stuttgartê berpirsiyariya herêm û deverê kiribe. Li gorî îdîanameya li dijî wî, qaşo têkiliyên wî bi eyaleta Saarlandê re jî hene”. Parêzer Kuhn got, di her sê rûniştinên pêşî de heta niha tenê îdîaname hatiye xwendin. 

Sûc nîne lê dadgeh dikin

Parêzer Stephan Kuhn da zanîn ku wan erzûhaleke dirêj daye dadgehê û wiha peyivî: "Me di vê erzûhalê de got, ev mirov qaşo endamên PKK'ê jî bin, nabe ku bi ti awayî bikevin ber taqîba hiqûqî û nabe ku bên dadgehkirin. Tohmetên li dijî wan hemû li dijî dewleta Tirk in. Li dijî wan ti tohmeta sûc nîne, ji ber wê jî ne mafê dewleta Elman e ku wan dadgeh bike"

Kuhn got, dewleta Tirk ne dewleteke hiqûqê ye ku mirov wê biparêze û wiha dewam kir: “Dewleteke welê ye ku zilm û zextê li miletê Kurd dike. Û bi ser halan de dewleta Tirk vê dema dawiyê bêhtir mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Herî zêde jî Kurd ji ber vê zilmê diêşin û azarê dikişînin.” 

Parastina Ocalanî gelekî baş bû

Parêzer Stephan Kuhn got, muwekilê wî, paraznameyeke gelekî baş daye dadgehê û wiha dewam kir: "Di parêznameya xwe de ew behsa serpêhatiyên xwe û pêvajoya surginbûna xwe dike. Ew kite bi kite behsa wê yekê dike ka çawa li Tirkiyeyê pêvajoyên zilm û zext çawa tên avakirin, ew wekî şahid esas behsa vê yekê dike. Wî behsa şert û mercên beriya avabûna PKK'ê kiriye. Wî tiştên qewimîne jî weke şahid kite bi kite rave kirin. Weke şexs, vê yekê gelekî tesîr li min kir. Lewma wî behsa wê yekê kir ka PKK'ê, welatparêzên Kurd û xwendekarên Kurd ên zanîngehan çawa bi rêxistin bûn û bi pêş ketin. Wî ne tenê behsa berxwedana li dijî rejîma Tirk kir, wî her wiha behsa têkoşîna li dijî peywendiyên civakî yên li nava civaka Kurd ên paşverû, feodal, baviksalar û hişk jî kir. Xasma wî behsa azadkirina jinê, demokratîkbûna berfereh û li warên wekhev peydabûna têkiliyên civakî jî kir.”

Şahidê rovî dûvê rovî ye

Hunermend Mazlûm Dora jî heman roja ku siyasetvan Abdullah Ocalan hatibû girtin, hat girtin. Doza li dijî wî jî li dadgeha Stammheimê ya li Stuttgartê dewam dike. Parêzerê wî, Christos Psaltiras got, di rûniştina doza li dijî Mazlûm Dora de, heyeta dadgehê guh daye polêsên ku agahî jî sîxûr û muxbiran girtine. Psaltiras got, “Di dozê de dinivîsî ku muhbiran gotiye,  Mazlûm Dora berpirsê herêma Freiburg û Heilbronnê ye. Lê polêsan di rûniştinê de got, ev ne rast e, muxbiran negotiye, ew berpirsê herêmê ye. Wan got, ev şiroveya wan bi xwe ye.”

Ti sedema hiqûqî ya girtinê nîne

Parêzer Christos Psaltiras got, ti sedema hiqûqî nîne ku muwekilê wî girtîbe û wiha peyivî: “Ji bo ku biryara girtinê bê betalkirin, me miracaet kir. Di nava Kurdan de xelk ji hev re bira, heval dibêje; wan çûye, ev yek weke delîla berpirsiyariya herêmê dîtiye. Girtin bi temamî bê bingeh e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.