Delegasyona dijî tecrîdê li Amedê ye

În 1 Adar 2024 - 00:46

Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, ku bi çarçoveya hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê, piştî Stenbolê duh hate Amedê.

Şandeya ku duh çûbû serdana gelek saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, pênçşemê li hotêleke bajêr serdana DFG’ê û MGK’ê kirin.

Di hevdîtinê de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bal bire zext û zordariya li ser rojnamegan û got,’’ Dema em rastiyan parve dikin jî rastî zextên giran û tundiyê tên. Hêj îro jî 44 rojnamevan girtî ne. Lê tevî her cureyên zextê jî hevalên me hewl didin pîşeya xwe bidomînin, çapemeniya azad xwe li ser pêyan digire û dinivîse.”

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî got, bal bire ser zehmtiya rojnamevaniya jin û got,’’Dema li Kurdistanê rojnamevana jin bî, zextên li ser te du qet zêdetir dibin. Li dijî zayendperestiya di medyayê de, me MKG weke alternatîfek ava kir. Em girîngiyê didin rojnamevaniya jin û atolyeyan li dar dixin.’’

AMED/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.