Deho deho tên kuştin

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:39

  • Gerîlayên Kurdistanê ji ber zilma neyaran li Xaşkana Elbakê li xelkê gund kirî ji bo tolhildanê operasyona şoreşgerî li dar xist û 25 dagirker kuştin. 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger li dar xist. di vê operasyona şoreşgerî de 25 dagirker hatin kuştin. Di çalakiyên din ên gerîlayan de jî 11 dagirkerên din hatin kuştin. Di çalakiyan de dronek, mobeseyek û 3 kon jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got, “Li gundê Xaşkanê yê Elbaka Wanê zilm li gelê me kirin. Çeteyên faşîst ên rejîma AKP û MHP’ê li çiyayên Kurdistanê her roj deho deho tasfiye dibin. Hêzên me, hêza parastina rewa ya gelê Kurdistanê ne û di 20’ê Hezîranê de êvarî Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger dane destpêkirin, hesabê vê zilmê ji dagirkeran pirsîn û tola gelê me hilandin.

Hûlûsî Akar û Tayyip Erdogan dagirkeran diajon ser qadên gerîlayan, mirina leşkeran ji raya giştî vedişêrin. Ne bi tenê mirina leşkeran vedişêrin, di heman demê de cenazeyê gelek leşkeran li çiyayan dihêlin, cenaze xera dibin û cenazeyên leşkeran nadin malbatan.

Di çalakiyên Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger a hêzên me de 36 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, dronek, pergaleke kamerayê ya mobeseyê, 3 kon hatin tinekirin. Tunelên şer 19 caran bi teqemeniyan, 5 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin, qadên berxwedanê jî 4 caran bi balefir û 10 caran jî bi helîkopter û obusan hatin bombekirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên operasyonê kir:

Li Avaşînê

Di 20’ê Hezîranê saet 15.00’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Werxelê ketin kontrola tîmên me yên bi tevger. Ev dagirker piştre bi awayekî koordîneyî bi çekên ferdî û giran hatin gulebarankirin, 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Metîna

20’ê Hezîranê saet 13.00’an li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên Şehîd Hêjar ve biçin, hêzên me bi taktîka sabotajê li wan xist û li vir 3 dagirker birîndar bûn.

Di 20’ê Hezîranê saet 19:30’an de tîmên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li herêma Girê Şehîd Akîf a herêma Berxwedanê ya Hakkarî xist û dagirkerek hate cezakirin.

Di 20’ê Hezîranê saet 05:55’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM hêzên me bi taktîka sekvaniyê dagirker gulebaran kirin û dagirkerek ceza kirin.

Di 20’ê Hezîranê saet 18:00’an de, dagirkeran li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi teqemeniyan tunelên şer ên Şehîd Çekdar bombe kirin. Dagirkerên ku ketin bin kontrola hêzên me, cara duyemîn dema hewl dan bi teqemeniyan tunelan bombe bikin, bi sabotajê derb xwarin û 3 dagirker hatin cezakirin. 

Gerîla ji bo Xaşkanê 25 dagirker kuştin 

Tîmên me yên bi tevger bi awayekî hemwext li herêmên Girê Şehîd Leşker, Girê Şehîd Şîlan û Girê Şehîd Bextiyar li dijî dagirkeran çalakiya Tolhildana Şoreşger li dar xist. Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî de; Li Girê Şehîd Çekdar li konekî dagirkeran hate xistin û ev kon hate rûxandin. Li Girê Şehîd Bextiyar nîşangirekî dijmin ji aliyê tîmên YJA Starê ve bi sekvaniyê hat cezakirin, di heman demê de pergaleke kamera mobesse û çekeke giran hate rûxandin. Tîmên me yên bi tevger ji 3 aliyan ve bi bombeyên destan û çekan ji nêz ve derb li dagirkerên li Girê Şehîd Leşker xistin. Di vê çalakiyê de 25 dagirker hatin cezakirin û 2 kon hatin rûxandin. Saet 23.00’an jî dagirkeran bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

21’ê Hezîranê saet 05:00’an dema ku dagirker li herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê ketin tevgerê, tîmên me yên bi tevger ew gulebaran kirin û 3 dagirker ceza kirin. Saet di 06:40’an de drona ku ji aliyê dagirkeran ve li herêmê geriyabû ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin û hat îmhakirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.