Deham Evdilfetah ‘Xelata Şerefnameyê’ wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Çile 2024 - 04:35

Enstîtûya Çanda Kurdî ya Vîyanayê biryar dabû ku Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya 2023'yan bidin zimanzan Deham Evdilfettah.

Ji bo dayîna xelatê roja 13'yê mehê li Cafeya Arta FM ya li Amûdê merasima xelatdayînê hat li dar xistin. Gelek nivîskar û zimanzan di merasima xelatdayînê de amade bûn. Zimanzan Deham Evdilfetah xelata xwe ji destê nivîskar Ronê Reş girt.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê her sal xelatê dide kesek di warê ziman û çandê de xebat kiriye. Par ev xelat dabû nivîskar Firat Cewerî.

Deham Evdilfetah kî ye?

Nivîskar û zimanzan Deham Evdilfetah di sala 1942'yan li gundê Belê ya Amûdê hatiye dinê. 

Wî li zanîngehê beşa Wêjeya Erebî û Mamostetiyê xwendiye. 20 salan li Hesekê Mamostetiya zimanê Erebî kiriye. Evdilfetah ji zarokatiya xwe ve bi Kurdî re eleqedar e. Heta niha gelek pirtûkên wî derketine, her wiha wî gelek xelatên wisa girtine.

Xelatên Şerefname 

Enstîtûya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ji sala 2019'an ve xelatê Şerefnameyê dide. Heta niha van kesan ev xelat girtiye:

- 2018: Prof. Celîlê Celîl

- 2019: Şahînê Bekirê Soreklî

- 2020: Konê Reş

- 2021: Jan Dost

- 2022: Firat Cewerî

- 2023: Deham Ebdilfetah

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.