- Deftara zanyarê navdar Albert Einstein a ku nîşeyên teoriya wî ya îzafiyetê tê de cih digirin, bi 13 milyon dolarî hate firotin.
Deftara zanyarê navdar Albert Einstein a ku nîşeyên teoriya wî ya îzafiyetê tê de cih digirin, bi 13 milyon dolarî hate firotin.
Destxet û nîşeyên Einstein li Fransayê li “Muzayedeya Christie’s” hat firotin. Deftera Einstein ya ku hat firotin ji 54 rûpelan pêk tê. Di defeterê de agahiyên derbarê navîgasyonê de û teknolojiyên din hene. Tê zanîn ku ji vê defterê tenê nûsxeyeke din heye, ji ber wê, ev defter bi qîmet e.
Di meha gulana 2021’ê de jî nameya Einstein ya ku tê de behsa hevkêşeya fizîkê “E=mc2” dike, bi yek milyon euroyî hatibû firotin. Einstein, sala 1915’an bi teoriya xwe ya îzafiyetê di warê fizîka modern de gavên girîng avêtibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN