Debara Xatûnê: Kelane

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:03

Jina bi navê Xatûn Îbrahîm ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, 5 sal in nişteciha Başûrê Kurdistanê bûye. Xatûn bi hevserê xwe Qasim Îbrahîm re 3 salin dest bi karê çêkirina Kelane (Kadesîrk) kirine. Destpêkê li bajarokê Ranyeyê bûn, lê ji ber qeyranê, niha li ser rêya sereke ya di navbera Ranye û Qeladizê karê xwe dewam dikin. Çawa mirov digihi ser rê, mirov dîmenek balkêş dibîne. Xatûn û hevserê xwe li wê derê bi çêkirina Kelane ve mijûl in. Xatûn hevîrê Kelane amade dike û hevserê wê jî diqelîne. Dema herkesê li ser rê peya dibe, bêhna Kelane yekser digre û berê xwe didin xwarina Kelaneyê.

Xatûn da zanîn ku rojane ew saet 16:30 heya 21:00’ê şevê kar dikin, xelk vê xwarinê baş pêşwazî dikin û got:“Her sibe hevserê min diçe tiştên pêwîst dikire û tîne, ez li mal amadekariyên din dikim û piştre diçin ser karê xwe. Em bi vî karê xwe debara jiyana xwe dikin. Karek serbixwe ye û ji rûniştina malê baştir e. Em gelek cûrên Kelaneyê çêdikin, hinek Kelaneyên şekir, pîvaz, qîme û penîr jî çêdikin. Em li malê dew jî amade dikin û li vir didin kiryaran. Gelek kes jî ku berê me nas dikirin, telefona me dikin û ji me Kelane dixwazin. Ez bi vî karê xwe gelek kêfxweş im, ji ber ku karê me bi xwe ye û ji karên din baştir e. Ez azad im, çi roja bixwazim têm kar dikim. Ez bang li hemû jinan dikim, ji malên xwe derkevin û karê xwe, bi xwe bikin.”

ROJNEWS/RANYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.