Dê bang bandoreke girîng bike

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 03:00

Parlamentera YNKê Dr. Ala Nûrî ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê bû wiha got: “Bangawaziya birêz Ocalan dê bandoreke girîng li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Lewma em hêvî dikin bi zûtirîn demê mafên gelê kurd di destûra Tirkiyeyê de cihê xwe bigirin û bigihîjin armancên xwe.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di 28-29ê Gulanê de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê di nav de gelek jinên niha parlamanter in û berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bû. 

Parlementera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Ala Nûrî ku tev li konferansê  axivî.

Dr. Ala Nûrî diyar kir ku weke parlementerên jin ji başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û wiha got: “Em bi coş û heyecan beşdarî gotûbêjan bûn. Me tecrubeyên xwe yên li başûrê Kurdistanê anîn ziman û bi taybetî ji tecrubeya li bakurê Kurdistanê hînî tiştan dibin û em ê wan tecrubeyan bi xwe re bibin başûrê Kurdistanê da ku em zimanekî hevbeş ava bikin û xebatên jinan li her çar parçeyan bidomînin.”

Dr. Ala Nûrî bi lêv kir ku li başûrê Kurdistanê ji bo bangewaziya aştiyê ku niha bi rê ve diçe hemû gelek kêfxweş in û wiha pê de çû: “Em hemû li hêviyê ne ku li bakurê Kurdistanê Kurd bigihîjin mafên xwe yên qanûnî. Em çi weke takekesî çi weke jin bi hemû awayî ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê piştgiriya wê dikin. Diyar e bi salên dûr û dirêj xebata çekdarî hate meşandin, niha ew bangawaziya birêz Ocalan dê bandoreke girîng li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Lewma em hêvî dikin bi zûtirîn dem mafên gelê kurd di destûra Tirkiyeyê de cihê xwe bigirin û bigihîjin armancên xwe.”

Dr. Ala Nûrî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yekbûn û yekîtiya neteweyî ya kurdan, bi min ne karekî wisa hêsan e. Lê ev gava ku niha parlementerên jin ên kurd avêtine da ku yekîtiya neteweyî di nav jinan de çêbe, dê parelêl be li gel gavên din. Xewna me hemûyan e ku em weke kurd xwedî yekîtî bin, ji ber ku em xwedî yek axê ne û xewna me hemûyan e ku kurd li her ku derê dibin, bibin xwedî mafên xwe.”

AW/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.