Dayikên Kurd tazî kirin

Çarşem 14 Tebax 2024 - 01:15

Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan hemû nirxên mirovî betal dike. Miemeleya dewleta Tirk a li ser dayikên Kurd nîşan dide bê ka dewleta Tirk çendî di halekî ketî û riziyayî de ye. Eren Keskîn a ku serdana dayikan kirî, diyar kir 3 dayikên Kurd ên pîr ku hatine girtin, dema ku birine girtîgehê bi zorê cilê wan ji wan kirine û wiha ew seh kirine. Dayikan gotin ew ji ber vê kirine gelekî xemgîn in û fedî dikin. Her wiha dîsa weke rêbazeke êşkenceyê dayikên Kurd bêyî ku perwaneyek wan hebe di germahiya 40 pîleyî de têne hiştin li nav çar dîwarên girtîgehê.

Li gundê Bilêxşê yê girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê 22’yê Hezîranê operasyon hate destpêkirin. Piştî operasyonê 9 kes hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan ku di nav van kesan de dayikên Kurd jî hebûn. Piştî îtîraza dozgeriya dagirker a Tirk 13’ê Tîrmehê 9 kes dîsa hatin girtin. Ji bo dayikên ku piraniya wan nexweş in, Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu pêşnûmepirs da. Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç wiha bersiva pêşnûmepirsê da: “Li Wezareta me di xisûsa pêşnûmepirsê da daneyên bi hûrgiliya îstatîstîk nînin.” Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir ku 3 dayikên Kurd lê tên ragirtin. Eren diyar kir dema ku dayik birine girtîgehê li wan ferz kirine ku ser wan tazî bikin û wiha ser wan bigerin û dayik di şertên xirab de têne girtin.

Bi zorê cilê wan ji wan kirine

Keskîn destnîşan kir ku ev dayikên Kurd pîr in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene û bal kişand ku ji van dayikan Emîne Kaya sedî 71 kulîkemî ye û rapora wê heye. Keskîn destnîşan kir dayikên dema ketine girtîgehê ew tazî kirine, êşkenceya polîsên Tirk pir tesîr li ser wan kiriye û got,:“Bi zorê cil û bergên wan ji ber kirine û di cîhaza X Ray de derbas kirine. Dema me serdana wir kir, dayikan got, ji ber ku kiryareke bi vî rengî li wan hatiye ferzkirine ew pir şerm dikin û pir xemgîn in.”

Di germahiya 42 pîleyê de ne

Keskîn ragihand ku dayikên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, di şert û mercên pir xerab de tên ragirtin û wiha pêde çû: “Di germahiya 40 pileyê de çi amûrên sarkirinê nînin. Hefteyê carekê dikarin ava vexwarinê bistînin û ev av jî têrê nake, ji ber ku pir germ e.” Keskîn serdan 2 zarok û 4 jinên ciwan ên ji ber govenda Kurdî hatine girtin jî kir ku ev bi her sê dayikan re li heman girtîgehê tên ragirtin. Keskîn anî ziman ku beriya girtinê stranên nîjadperest bi her du zarok û 4 jinan dane guhdarkirin û ew jî bi dayikan re di nava heman şert û mercî de tên ragirtin.

ANF/ZEYNEP KURAY/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.