Dayikên Dadê zimanê dadê hîn dikin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:18

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Dayikên Dadê ku li Mêrdînê dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan didomînin, cihê çalakiya nobetê kirin hîngeha Kurdî. Çalakiya Dayikên Dadê ên ên dijî tecrîdê û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dest pê kirî li Mêrdînê bi Nobeta Dadê didome. Dayikên Dadê her wiha li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Izmîr û Êlihê jî nobeta domdirêj didomînin. Ji 2 mehan zêdetir e ku Dayikên Dadê li ber xwe didin, berxwedana dayikan weke Qada Zindanê bûye eniyeke berxwedanê dijî tecrîda derhiqûq ya li ser temsîla vîna azad a Kurd a Ocalan tê danîn.

Dayikên Dadê dema cihê çalakiyê kirine cihê nîqaşên têkilî rojevê, xwendina rojname û pirtûkên Kurdî. Her wiha li çalakiya ku avahiya DBP’ê didome Dayikên Dadê dest bi perwerdehiya Kurdî jî kirine.

Dayika Aştiyê û Hîndekara Kurdî ya Nobeta Dadê Gurbet Tekîn diyar kir ew ji bo azadiya Ocalan têdikoşin, serê 3 rojan çalakger diguherin û got, “Li vir derdê xwe ji hev re vedibêjin. Çîrokên xwe û zarokên xwe vedibêjin. Ji zarokên xwe re stranan dibêjin. Bi guhdarîkirina hev ji hev fam dikin. Ew derdê hev fêr dibin û fêm dikin."

Yadê Tekînê diyar kir piştî biryara li ser xwendina Kurdî biryar li ser hînkirina Kurdî dane û got,’’Ziman çanda me ye, hebûna me ye, dîroka me ye, her tiştê me ye. Em bi zimanê xwe tên naskirin. Her eşîr, her kes bi zimanê xwe tê naskirin. Îro em dibînin ku zarokên me li malê zimanê xwe ji bîr dikin û bi tirkî diaxivin. Navê zarokên me Zîlan, Bêrîtan, Şervan in, lê bi Tirkî diaxivin. Divê gelê me zimanê xwe yê zikmakî biparêze û biaxive. Em nabêjin tenê ji bo Kurdan e. Divê Ereb jî zimanê xwe biparêzin, Tirk û Suryan jî bi ziman û çanda xwe bijîn. Em bi vê bawer in. Gelek dayîkên me nikarin bixwînin û binivîsin. Hin ji wan alfabeya Tirkî nas dikin lê alfabeya Kurdî nas nakin. Ew nikarin wan bidin kêleka hev û bixwînin. Me xwest ku dayikên me bi perwerdeya Kurdî xwe bi pêş bixin. Me bi alfabeyê dest pê kir, peyv nîşan dan. Dayikên me jî hîn dibin û kêfxweş dibin. Em dixwazin ziman, çand û hunera xwe biparêzin û Serokê xwe azad bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.