Dayikên Dadê: Xwedî li Meşa Azadiyê derkevin

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:52

Dayikên ku li Amedê Nobeta Dadê digirin gotin gotin ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan were berdan û bang kirin ku her kes xwedî li Meşa Azadiyê ya Mezin derkeve.

Ji dayikan Meryem Soylû berxwedana li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku ji hêla girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin slav kir, got ji Nobeta Dadê daxwaza wan aştî û dadmendî ye û dewleta Tirk divê guh bide wan. Yadê Meryem got,’Ji niha û pê ve kesek nikare îradeya gelê Kurd bişikîne. Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe îradeya gelê Kurd bişikîne. Sîstem êdî bêgav e ku bi gelê Kurd re li dora maseyê rûnê. Ez hevalên me yên ji bo edaletê dest bi meşê kirine û têdikoşin silav dikim. Meşa wan gelekî girîng e û berxwedaneke mafdar e. Armanc ji meşê edalet, wekhevî û mirovahî ye."

Em 13’ê Sibatê bi girseyî Meşa Azadiyê pêşwazî bikin

Meryem Soylû ji bo Meşa Azadiyê banga tevlîbûnê kir ku 13'ê Sibatê wê bigihêje Amedê û got, "Divê em hevalên xwe yên dest bi meşê kirine bi tenê nehêlin. Ji vê derê bang li gelê Amedê dikim; 13'ê Sibatê her kesên ku ji xwe re dibêje 'Ez Kurd im' divê dest ji karê xwe berde û piştgiriyê bide Meşa Mezin a Azadiyê. Wê rojê divê bi hezaran kes li hev kom bibin û piştgiriyê bidin têkoşîn û meşê. Ji ber ku ev meş meşa azadî, edalet û yekîtiyê ye. Ev meş ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Em qala tecrîdê dikin; tecrîd ne tenê li zindanê ye her wiha bandor li tevahiya gelê Kurd kiriye. Werin em ji bo edalet û aştiyê di 13'ê Sibatê de li qadan bin, bi hev re bimeşin. Em êdî mirinê û barîna rondikên çavan naxwazin. Her kes baş zane ku mifteya wekhevî û azadiyê li Îmraliyê ye. Her tişt bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê dike, bi wî diqede. Divê gelê me bi vî rengî li têkoşînê binihêre. Heta ku Rêberê Gelê Kurd û girtî hemû bêne berdan em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Em azadiya Ocalan dixwazin

Endama Rêveberiya Bajarê Amedê ya DBP'ê Muşeher Ulker ku tevî dayikan di Nobeda Edaletê de ye, bal bire ser girîngiya Meşa Azadiyê ya ku 1'ê Sibatê dest pê kiriye û got, "Em dayik ji bo edaletê bi rojan e li vê derê di nobedê de ne. Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev çalakiyên me yên ji bo şikandina tecrîdê dest pê kirin îro mezin bûne. ‘’

Bila her kes tev li Meşa Azadiyê bibe

Ulker bi berdewamî banga xwedîderketina li Meşa Azadiyê kir û got,’’Meşa Mezin a Azadiyê ji du baskan dest pê kir. Meşa Azadiyê di 13'ê Sibatê de wê bigihêje Amedê. Meş heta warê Birêz Ocalan wê dewam bike. Sed sal in zilm û zexteke giran li gelê Kurd tê kirin. Em ew Kurdên berê nînin. Meşa ku hatiye destpêkirin meşa aştiyê ye. Bi salan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Armanc ji meşê şikandina tecrîdê ye. Her kesên ku daxwaza aştî, edalet û wekheviyê dikin divê tevlî vê meş û têkoşînê bibe. Weke dayik, yekane daxwaza me aştî ye. Bila êdî her kes rabe ser piyan, têbikoşin û piştgiriyê bidin hev."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.