Dayikên Dadê: Li Meşa Azadiyê xwedî derkevin

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:26

Nobeta Dadê ya ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê ku ji 27’ê Mijdarê ve ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirî didome. 

Yek ji Rêvebera DBP’ê yê Amedê Muşeher Ulker ku li avahiya DEM-Partiyê ya Rezan a Amedê bi dayikan re nobetê digire tecrîd li ser Ocalan bi bîr xist û got,"Rêberê me li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji ber vê yekê ez li vê derê di nobedê de me. Tecrîda li ser wî di rastiyê de li ser me hemûyan e. Îro dayik hem li dijî tecrîdê hem jî ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin nobetê digirin. Hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin divê li dijî vê tecrîdê derkevin. Îro, tecrîd ketiye nava malên me. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Dayik êdî xwe di nava tecrîdê de hîs dikin. ‘’

Divê her kes li Meşa Azadiyê xwedî derkeve

Ulker,bi berdewamî behsa girîngiya Meşa Azadiyê kir, ya ku di 1’ê Sibatê de dest pê kiriye kir û wiha domand, “Ev meş meşa mirovahiyê ye, meşa edaletê ye, meşa azadî û aştiyê ye. Ev meş ji bo ku dayik negirîn e. Ev meş ji bo em agahî ji Rêbertî bigirin û bidawîkirina tecrîdê ye. Her wiha divê tecrîda li ser girtiyên ku li Girava Imraliyê bi Rêbertî re ne were rakirin.’’ Ulker her wiha got, ‘’Bila rêya hevrêyên me vekirî be. Ev meş girîng e. Em dixwazin di zûtirîn demê de ji Îmraliyê agahî bigirin. Ev meş wê bibe wesîle. Divê tevahiya gelê Kurd bi coşeke mezin meşvanan pêşwazî bike. Divê her kes xwedî li vê meşê derkeve."

Divê her kes li dijî tecrîdê rabe

Dayika Mahsûn Sarûhan ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye Sulhiye Sarûhan, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li Nobeta Edaletê derkeve. Sarûhan, anî ziman ku tenê daxwaza wan bidawîbûna tecrîdê ye û wiha got, “Em dixwazin ev tecrîda li ser hemû gelê Kurd û girtîgehan bê rakirin. Ya rast, tecrîda ku di şexsê Birêz Ocalan de li Îmraliyê hatiye girankirin, li ser tevahiya civakê girantir bûye. Heke tecrîda li Îmraliyê rabe wê zexta li ser civakê jî rabe. Her tiştê ku em îro dijîn tecrîd e. Gelek zext hene. Tecrîd bandorê li her kesî dike. Ji ber vê yekê divê her kes li dij derkeve. Tişta ku em dayik dixwazin aştî û edalet e. ‘’

Meşa azadiyê wê dengê me bide bihîstin

Sarûhan, da xuyakirin ku çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin girîng in û da zanîn ku, dayik dengê van çalakiyan didin bihîstandin û wiha dom kir, “Ew jî, ji bo edalet, yekîtî, hevgirtin û aştiyê dimeşin. Di şert û mercên zehmet yên zivistanê de, di nava berf û qiyametê de ji bo dawî li tecrîdê bînin dimeşin. 13'ê Sibatê wê bigihêjin Amedê û em ê wan li vir bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Ev meş deng vedide û wê bi xwe re bîne. Em li vir li cihekî girtî nobetê digirin, lê her kes wan dibîne, her kes wan dibihîze. Wê ji çalakiya me zêdetir deng derxe. Eger hewa xweş bûya em ê li kolanan bûna, lê belê dayikên me yên nexweş hene, nikarin li ber serma kolanê bisekinin. Ji ber vê yekê em li vir li hundir nobetê digirin. Lê ev meş wê dengê me bide bihîstin. Ez careke din tecrîdê ji vir şermezar dikim. Ez komploya 15'ê Sibatê jî protesto dikim. Komplo li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Em vê komployê şermezar dikin, ji bo me 15'ê Sibatê rojeke reş e."

Hevseroka MATUHAYDARê: Daxwaza girtiyan zelal e

Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr bal bire ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li 14 girtîgehên Herêma Marmarayê û got ku ji ber çalakiya wan tim zext û zordarî li ser wan tê kirin. 

Demîrê anî ziman ku girtî biryardar in çalakiya xwe bidomînin û bi bîr xist ku daxwaza girtiyan azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Demîrê diyar kir ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û wiha got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye û zelal e. Ji bo şikandina tecrîda mitleq a li ser Rêberê Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye. Em bibiryar in ku heta ev daxwaz pêk bên wê çalakiyên me bidomin.’’

Nobeta Dadê dengê zindana ye

Demîrê çalakiya Nobeta Dadê ya ji aliyê malbatan ve tê kirin bi bîr xist û got: “Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin, di heman demê de rengvedana hemû civakê ye. Mînaka vê yekê jî Nobetên Dadê yên li Tirkiyê û Kurdistanê ne. Nobet bi pêşengiya dayikên me pêk tê. Nobeda ku li Esenyûrtê dewam dike, berfireh dibe; veguherî çalakiyeke kesên dibêjin em çepgir û sosyalîst in û tecrîdê qebûl nakin. Ev jî dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne. Heta daxwazên girtiyan neyên qbeûlkirin dê çalakiyên me bidomin." 

AMED/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.