Dayikên Dadê: Axa me jî tecrîdkirî ye

Duşem 4 Adar 2024 - 00:52

Dijî tecrîda û bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev 90 roj in li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Stenbol û Izmîrê gelek xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Dadê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) didomînin. 

Yek ji çalakgera Nobeta Dadê AfÎfe Kartal ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de keçeke xwe şehîd e û kurekî xwe girtî ye, têkilî armanca çalakiya Nobeta Dadê got, ‘’Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê vir neterikînin.’’

Kartalê daxwazên dayikên Kurd a ji bo aştiyê destnîşan kir, ew ji bo aştiyê têdikoşin, azadiya zarên xwe bi azadiya Ocalan ve girêda û got,“Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê zarokên me jî azad bibin. Bila ev koletî bi dawî bibe."

Kartalê bi bîr xist ji heqê Ocalan e bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got: “Kengî em ji Abdullah Ocalan xeberê digirin em rehet dibin. Bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dema min bedena keça xwe ya bêcan girt jî min aştî xwest. Ez naxwazim tu dayik bigirî. Piştî keça min, kurê min hat girtin, ez naxwazim deriyên girtîgehê ji kesî re bên vekirin."

Axa me jî tecrîdkirî ye 

Çalakgera Nobeta Dadê Aklîme Hanas ya ku bi strana ‘’Yan mirin an Diyarbekir’’ ku di çalakiyên demokrasiyê de gotî tê naskirin û gelek caran polîsên Tirk zext û zordariyê lê dikin, got heta ku Rêber Ocalan azad nebe ew ê jî azad nebin. Yadê Hanasê got, ‘’"Îro ne tenê Ocalan di bin tecrîdê de ye, em hemû di bin tecrîdê de ne, girtiyên siyasî jî di bin tecrîdê de ne. Em Kurd ax, erdnîgarî û ava xwe û bi taybetî zimanê xwe dixwazin."

Bila hemû dayik werin

Hanasê Imralî weke adrêsa çareseriyê nîşan da û got,"Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya Kurd, Tirkan û her kesî. Banga min ji bo dayikên girtiyan ev e, îro zarokên min di girtîgehê de nîn in. Ev 3 meh in min kar û barê xwe yê malê hemû hiştine û ez têm vir çalakiyê. Bila hemû dayikên girtiyan û yên zarokên wan ne girtî bibin yek û xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ger em piştgiriyê hev bikin em ê zarokên xwe, Abdullah Ocalan û xwe azad bikin."

Neheqiya li Ocalan li me ye 

Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Civan Boltan jî anî zimên ku ew ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû girtiyan li çalakiyê ye, xwest ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û got, “Divê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hev bibîne. Li tu derê dinyayê bêhiqûqiyeke wiha nehatiye dîtin. Ew neheqiya ku îro li girtiyan tê kirin wê sibê li me hemûyan bê kirin."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.