Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, serdana Malbata Şenyaşar kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar ya ji bo edaletê 102 roj in didome.
Serdanên piştevaniya çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê di roja 102’emîn de didomîne, berdewam dikin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji Stenbolê ji bo serdanê hatin, ligel Malbata Şenyaşar tevahiya rojê nobet girtin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî bi şandeyê re hatin serdana malbatê.
Emîne Şenyaşar bi dowîza "Em edaletê dixwazin" Dayikên Aştiyê pêşwazî kir. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Emîne Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar, têkildarî roja êrişê û tiştên hatine qewimîn dayik agahdar kir û pişt re lorand.
MA/RIHA