Dayikan bi ser Meclîsê girt

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 03:45

  • Dayikên Nobeta Dadê û Dayikên Şemiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Meclîsa Tirk daxuyanî dan. Dayikên Nobeta Dadê ji Wezîrê Dadê yê Tirk randevû xwestin lê Wezîrê Dadê yê Tirk newêrî derkevî pêşberî dayikan. Dayikên Şemiyê jî bang li dayikên leşker û polîsan kirin û gotin: Werin em vê xwînê bidin sekinandin.

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê  Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya Nobeta Dadê kirin, li pêşiya avahiya Meclisa Tirk daxuyanî dan. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî tev li daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de pêşî Halîde Turkoglu axivî û got  armanca wan ew e ku daxwazên xwe bigihînin ber destê Wezareta Dadê. Turkoglû, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo vê jî me randevu xwest. Bi hinceta ku wezîr ne hazir e randevû nedan. Me daxwazên xwe bi dosyayekê da cigîrê Wezîrê Dadê. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihistin. Bi taybetî niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Grev 65 roj in didome. Ji bo heq, hiqûq û dadê girtiyên siyasî têdikoşin. Bidawîkirina pergala tecrîdê re ya li Îmraliyê dê heq, hiqûq û edalet pêk bên. Bi girtiyên siyasî re li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiya Nobeta Dadê hatin destpêkirin.”

Divê piştevanî geştir bibe

Turkoglû, diyar kir ku daxwazên aştiyê bi çalakiya Nobeta Dadê re berbelavî tevahiya bajaran bû û wiha domand: “Bi çalakiya Nobeta Dadê û grevên birçîbûnê re dixwazin dengê xwe bidin bihistandin. Dayikên me ji bo pêkanîna heq, hiqûq û dadê têdikoşin û bang li raya giştî dikin. Divê dev ji polîtîkayên şer bê berdan û ji bo avakirina aştiyê jî tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê. Ji ber vê yekê jî divê em piştevaniya xwe geştir bikin.‘‘

Gavên hiqûqî hewce ne 

Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici jî banga geşkirina têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê jiyaneke demokratîk dest pê bike. Loma em dîsa bang dikin ku têkoşîn were geşkirin. Li nêzî 100 girtîgehan ji bo azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsa Kurd greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 65'an. Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin.”

Girtiyên nexweş berdin

Bi berdewamî Kirici daxuyand ku heke gav neyên avêtin wê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin û wiha pê de çû: “Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, me li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi Nobetên Dadê kir. Divê hemû girtî azad bibin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wê daxwaza me ya ji bo azadiyê û dadê bidome. Rûyê din ê rejîma tecrîdê jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Divê girtiyên nexweş azad bibin. Em bang li Wezareta Dadê û rayedarên saziyan dikin ku ji bo berdana girtiyên nexweş gav biavêjin.” 

Kirici, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û birêz Ocalana azad bibe, em bang li jinan, raya giştî û civaka navneteweyî dikin. Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bîne cih.”

Divê tecrîd rabe

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tev li civîna Koma Jinan a Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Dayika Aştiyê Arîfe Kartal li ser navê înîsiyatîfê axivî û di serî de ji bo dayikên tev li Nobeta Dadê bûne serkeftin xwest.  

Kartal, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û wiha got: “Ev nêzî sê sal in em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin. Divê parêzer û malbata wî bikarin biçin serdanê û pê re hevdîtinan bikin. Heta ku li ser Abdullah Ocalan tecrîd hebe dê tecrîda li ser zarokên me jî bidome. Heta ku tecrîd bi dawî nebe jî em ê li kolanan bin û derkevin qadan. Em, bêhiqûqtiya li dijî Abdullah Ocalan qebûl nakin. Em vê derhiqûqtiya li dijî zarokên xwe qebûl nakin.” 

Bang li dayikên leşkeran 

Kartal got sedema çaresernekirina pirsgirêka Kurd şer e û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo dayikên leşker û polîsan e; werin em vê xwînê bidin sekinandin. Em naxwazin dayik êdî bigirîn. Dilê me dişewite û bila dilê hevalên me nesoje. Em hatin girtin, bila hevalên me neyên girtin. Daxwaza me edalet û wekhevî ye. Em aştiyê dixwazin.‘‘

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.