Dayika Esmer kiras guhert

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 8 Cotmeh 2020 - 23:00

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) daxuyaniyek weşand û Parêzvan û Micewira Kaniya Spî Dayê Esmer bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku piştî qedemguhestina Bavê Şêx Pîr Smaîl Mirad, di 6'ê Cotmehê de Micewira Kaniya Spî Dayê Esmer a ji gundê Mehatê yê Şêxan koça dawî kir û çû ber dilovaniya Xwedê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dadê Esmer di tevahiya temenê xwe yê 74 salî de, girêdayî bawerî û doza Êzdayetiyê ma. Bi dehê salan xizmet ji Êzdayetiyê û Laleşa Nûranî kir. Di 20 salên dawî de jî, di asta herî jor de, micewirtî ji Kaniya Spî û Laleşa Nûranî re kir û bi dehhezaran zarokên vê civakê mohr kirin û rêya Tawisî Melek nîşanî wan da."
KCÊE diyar kir ku Parêzvan û Micewira Kaniya Spî û Tawisî Melek Dayê Esmer, ne tenê dayîka zarokên xwe bû, ew bû dayîka tevahiya Êzîdxanê, ti farq û cudahî ne xist navbera zarokên Êzîdxanê û got, “Em carek din wek Şopdarên Mamê Êzdîxanê Mam Zekî Şengalî, ku her dem Tifaq û Yekbûna Êzdatîye dixwest, daxwaza Dayê Esmer jî ev bû 'Tifaq û Yekîtiya' Êzdîxan bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.