Dayîka Emîne ya Xebata Dilsoz

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Tebax 2023 - 12:57

CÛDÎ SÎPAN / ANHA / ŞEHBA

Emîne Hesen Mistefa yan jî mîna ku tê naskirin Emîneya xebata dilxwazî, keça şehîdekî û dayîka 2 şehîdan e. Sala 1956`an li gundê Sîmala yê navçeya Babeta ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Di nav malbateke welatparêz li Reqayê de mezin bûye û dûre bar dike Helebê û li taxa Eşrefiye bi cih dibe.

Dayîka Emîne bi welatparêzî  û hezkirina welêt mezin bûye. Bavê wê bandor lê kiriye nemaze dema behsa kurdan, nîştimanperwerî û şoreşa Şêx Seîd dikir. Li Reqayê cîraneke wê heye ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Bi rêya wê, dawiya salên 1980`yî tevlî xebatan dibe.Emîne piştî demekê tevî malbata xwe bar dikin Helebê û li taxa Eşrefiye bi cih dibin. 

Emîneya karê dilxwazî

Dayîka Emîne ji ber hezkirina wê ya karê dilxwazî, di nava welatparêzên berê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Efrînê bi vî navî hate navandin. Kesên dixwazin alîkariyê bidin, diçin mala Emîneyê. Di salên 1990`î de alîgirên Tevgera Azadiyê, tevlî berhevkirina nîsk, genim û zeviyên din dibûn. Heqdestê xwe bi dilxwazî didan tevgerê. Ji Heleb û Efrînê berê xwe didan zeviyên Efrînê û dest bi karê xwe dikin. Emîne jî yek ji wan bû. Emîne tevî komeke dilxwazên din mala xwe kiribû kargeha çîkolatayê ji bo ku pereyan ji bo tevgerê kom bike. Dûre tev li Koma Şehîd Serhed a govendê dibe û heta niha, endama komê ye. Li rex wê, Emîne daxuyanî û broşurên taybet ên tevgerê belav dike, tevlî civînan û dewreyên perwerdeyê jî dibe. 

2 zarokên wê şehîd in

Bavê Emîne, Hesen Mistefa li navçeya Reco dema ku alîkarî kom dikir sala 1993`yan şehîd dibe. Kurê wê Ehmed Mistefa (Egîd) sala 1994`an tevlî tevgerê dibe û sala 2002`yan li Feraşînê şehîd dibe. Kurê wê yê herî biçûk Kamîran Mistefa (Amed) sala 1997`an tevlî tevgerê dibe û dûre tevlî şoreşa 19`ê Tîrmehê dibe û sala 2012`an li ser rêya Heleb-Efrînê şehîd dibe. Emîne sala 2004`an serdana çiyayên Kurdistanê dike û bi gelek pêşengên tevgerê re rûdine. Piştî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê û rizgarkirina Efrînê, Emîne diçe Efrînê. Lê piştî dagirkirina kantonê ji aliyê dewleta Tirk ve, koçî Şehbayê dike. Têkoşîna Emîne heta niha berdewam e. 

Nifşê nû guh nadin perwerdeyê

Dayîka Emîne ji ber ku guh nadin perwerdeyê û xwe bi teknolojiyê mijul dikin rexneyê li ciwanan dike. Dayîka Emîne bang li wan dike ku xwe di nav tevgerê de bi rêxistin bikin, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Kurdistanê têbikoşin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.