• Girtiyên azadiyê li girtîgehan, dayikên wan jî li derve ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyan dikin. Dayikan got: Heger tecrîd rabe, pirsgirêk wê bi dawî bibin. Em azadiya serokatiyê dixwazin.

RÛKIYE ADIGÛZEL / MA / AMED 

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’, di roja xwe ya 48´an de ye. Li gel vê, ji bo piştgiriya zarokên xwe, xizmên girtiyan jî li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û ev çalakî jî bi biryardariyeke mezin dewam dikin.

Çalakiya ku li Amedê, xizmên girtiyan daye destpêkirin, di roja 41’ê de ye. Dayikên girtiyan her roj tên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê, têkildarî çalakiya xwe û daxwazên xwe axivîn. 

Dayika Ferhat Onkol ê di nava koma duyemîn a greva birçîbûnê de ye, Firaset Ozbekê got, bi tecrîda li Îmraliyê, armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û wiha peyivî: “Zarokên me dibêjin, heta azadî tine be, em ne rihet in.' Dibêjin, 'Ev çend sal in ji Serokatî xeber nayê girtin.' Ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî azadiyê dixwazin. Kezeba me dişewite." 

Dayik Ozbekê anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan neyê rakirin, çalakiyên girtiyan wê bi dawî nebin û got, "Em jî li pişt zarokên xwe ne. Heger tecrîd rabe wê ji ser her kesî rabe. Zarokên me jî wê dawiyê li greva birçîbûnê bînin. Ger tecrîd rabe wê pirsgirêk hemû bi dawî bibin."

Em dixwazin serok bibînin 

Dayika Sedat Baygeldî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Antalyayê ragirtî, Şukran Baygeldiyê jî anî ziman ku kurê wê berê jî tevlî greva birçîbûnê bûye. Baygeldiyê got, ew ji rewşa tenduristiyê ya kurê xwe bi fikar e û da zanîn ku kurê wê di hevdîtina dawî de jê re gotiye: “Heger dewlet heta 15'ê Sibatê  tiştekî neke, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor bi awayekî bêdem bidome." 

Baygeldiyê got, “Heta Serokatî azad nebe, doza me pûç e. Em dixwazin Serokatiyê bibînin. Divê Serok bê berdan. Bila her kes mil bide milê hev. Heta Abdullah Ocalan bê berdan, em ê li ber Îmraliyê rûnin."

Ocalan azad nebe grev bi dawî nabin 

Dayika girtî Kemal Polat ê di koma duyemîn de ketiye greva birçîbûnê, Hazal Polatê jî anî ziman ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne û wiha peyivî: “Tecrîd bandoreke pirr xirab li girtîgehan dike. Ew jî di nava tecrîdê de ne. Lê ji ber ku ti xeber ji Serokatiyê nayê girtin, her kes li pey wî ye û meraq dike. Girtî dibêjin, ‘Heger ew rihet be em jî rehet in.’ Heger tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê betalkirin, tecrîdkirina girtiyên din jî wê bê betalkirin.”

Hazal Polatê pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013 û 2015'an de bi bîr xist û got, bi destpêkirina muzakereyan dibe ku tiştekî baş çêbe. Polatê anî ziman ku divê her beşa civakê ji bo vê yekê têbikoşe û got, “Heta Ocalan azad nebe, grev wê bi dawî nebe, ew dê bidome. Em naxwazin careke din mirov bimirin. Divê serokê me azad bibe da ku zarokên me jî pê re azad bibin.”