Dayik hemû werin Gemlîkê!
Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:10
- Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku şer bi dawî bibe bang li beşên civakê hemûyan kir da ku tev li “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve bibin.
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku ji bo tevlibûna meşê bang kirin, ji bo ku şer bi dawî bibe, xwestin her kes tev li Meşa Azadiyê bibe.
Ji bo aştiyê tevlî meşê bibin
Yek ji dayikên aştiyê Muşeher Ulker, diyar kir ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye, 2 sal û nîv in ti agahî jê nayê wergirtin û anî ziman ku ji bo tecrîdê rakin û daxwaza azadiya Ocalan bikin, wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ulker, da zanîn ku meşa wan ji bo yekitî, tifaq û aştiyê ye û wiha peyivî:“Çi dibe bila bibe, divê mirov daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan bikin, yê ku di nava çar dîwaran de ti agahî jê nayê girtin. Mifteya yekitî û aştiyê ya ji bo Kurdan li Îmraliyê ye. Em vê mifteyê dixwazin. Em ê bi vê mifteyê azadî, aştî û demokrasiyê bînin.”
Ulker, xwest êdî hêsirên dayikan nerijin û wiha dewam kir: “Êdî bes e, em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ji bo aştî û azadiyê, ji bo ku deriyên girtîgehan vebin, em bang dikin ku herkes were Gemlîkê.”
Êdî bila dayik negrîn
Dayika Aştiyê Hayriye Zûgûrlî jî bal bire ser wê yekê ku îro Tirkiye jî di nav de Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ye û wiha peyivî: “Em weke dayikan êdî naxwazin dayik êdî bigirîn. Mixabin dayikên Kurdan her tim digirîn. Êdî em dixwazin ev şer bi dawî bibe.”
Zûgûrlî ji bo ku hêsirên çavên dayikan nerijin, dayik hemû vexwendin da ku tev li Meşa Azadiyê bibin: “Heke dayikên Kurd hemû ber bi Gemlîkê ve bimeşin, dibe ku em tecrîdê rakin. Bi vî awayî aştiyeke birûmet wê were Kurdistanê û her derê. Ev şer şerê desthilata ne, ne yê gelan e. Dema Kurd di bin tecrîdê de bin Tirk jî di bin tecrîdê de ne. Em aştiyê dixwazin, ji ber vê yekê êdî bes e, em tecrîdê rakin.”
Dayika Aştiyê Meryemê jî anî ziman ku ji bo gelê Kurd û Tirk hemûyî aştiyê dixwazin û got, “Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Ji bo girtî hemû bên berdan, em her kesî vedixwînin, bila bên tev li meşa ber bi Gemlîkê ve bibin.”
Rêya me azadkirina birêz Ocalan e
Li navçeyên Erxenî û Farqînê yên Amedê jî derbarê mijarê de civînên gel hatin lidarxistin.
Civîna li Erxeniyê li avahiya Rêxistina HEDEP’ê hat lidarxistin. Di civînê de nameya Rêber Abdullah Ocalan a di 22’ê Kanûna 2010’an a têkildarî girtîgeha Îmraliyê, hate xwendin.
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di civînê de axivî û got, “Ev meş meşa çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Rêya me, rêya azadiyê û rêya azadkirina birêz Ocalan e.”
Li navçeya Farqînê jî civîn li avahiya Rêxistina HEDEP’ê pêk hat û gelek kes tev li civînê bûn.
Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaran di civînê de got, “Ev du sê sal in, agahî ji birêz Ocalan nayê girtin û agahiya me ji tenduristiya wî nîne. Ji bo tecrîd rabe, li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin. Divê herkes ji bo vê meşê hestiyar tevbigere û her kes li ber tecrîdê rabe.”
Xelkê jî di civînan de nihêrînên xwe anîn ziman û got, “Divê tenê tecrîd di rojeva me de be’’. Xelkê xwest tavilê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
MA/AMED