Dayik: CPT bi kêrî çi tê?

În 1 Adar 2024 - 00:35

FETHÎ BALAMAN / MA / ÊLIH

Dayikên Aştiyê li dijî xemsariya CPT’yê ya li bara Rêber Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û gotin berpirsê nehiqûqiya li Imraliyê CPT ye û gotin,’’CPT bi kêrî çi tê?’’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sadiye Yardim têkoşîna li Imraliyê, girtîgehan, Nobeta Dadê bi bîr xist, got armanca têkoşînê şikandina tecrîdê ye serdana CPT’yê ya bêyî serdana Imraliyê ya li Tirkiyê bi bîr xist, li dijî xemsariya CPT’yê helwest nîşan da û got, “Yek ji berpirsê sereke yê bêhiqûqiya li Îmraliyê CPT ye." 

Tecrîdê qurbanî qoltixan nekin

Dayika Aştiyê Horî Acar jî têkildarî xemsariya CPT’yê ev tişt gotin: “Çend erdhej çêbûn, nexweşî çêbûn nehiştin bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Li 6 girtîgehan geriyan lê belê hewcehî pê nedîtin ku biçin Îmraliyê. Ev nêzîkatî rastiya CPT’yê û nêzîkatiya wê nîşan da. Heya ku tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Armanca me ya sereke rakirina tecrîdê ye. Bila rojeva tecrîdê qûrbanî koltixan neye kirin.” 

CPT bi kêrî çi tê? 

Yadê  Meyaser Akdag jî bal bire ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê, anî ziman ku ew jî wê têkoşîna xwe bi eynî daxwazê bikin. Akdag bertek nîşanî helwesta CPT’yê da û wiha pê de çû: “CPT kêrî çi karî tê? Çima naçe Îmraliyê. Wê çaxê ji tu ji ber çi hatî? Çend caran erdhej çêbûn? Demeke dirêj e ku agahî nayên girtin. Serlêdan hate kirin. Lê belê tê û  bêyî serdana vê derê bike, diçe. Tenduristiya birêz Ocalan di çi astê de ye gel mereq dike. Mifteyê çareseriyê li Îmraliyê ye. CPT bûye navenda bêhiqûqiyê.”

Rojeva sereke Îmralî ye 

Dayika Aştiyê Nûran Seçkîm jî diyar kir tekane rojava wan tecrîda li Îmraliyê ye û got, “Armanca me ya sereke şikandina tecrîdê ye. Divê her kes li ser vê mijarê hûr bibe û divê ev mijar bibe mijara sereke.”  

Seçkîn diyar kir ku CPT şirîkê vê bêhiqûqiyê ye û bi bîr xist ku berpirsê tiştên tên jiyîn CPT ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.