Dayîk çanda Kurdî diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:22

NÛRŞAN EBDÎ / NÛJINHA / KOBANÊ

Jinên Kurd Tîma Dayikan a Govendê li bajarê Kobanê yê kantona Firatê beriya destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ava kirin. Tîm ji dayikên temenê wan di navbera 35 û 45 salî de pêk tê. Lê piştî kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser bajêr tîmê karê xwe rawestand. Piştî ku Kobanê hate rizgarkirin, navenda Hîlala Zêrîn vebû, çalakiyên xwe di sala 2016’an de dîsa destpê kirin. Ji wê demê ve tîma dayikên govendê di bin sîwana Hîlala Zêrîn de kar dike û di rojên diyar, cejn û şahiyên partiyan de pêşkêşiyan dike û çanda bajarê Kobanê diparêze.

Der barê karê tîmê û rola wê ya di parastina çanda dayikên Kobanê de endama tîmê Leyla Ehmed a 41 salî got:"Tîm ji 12 jinan pêk tê, hemû jî dayik in û dixwazin çand û folklora ji dapîr û dayikên xwe birine biparêzin da ku tune nebin. Ez di beşa lîstikvanî û şanoyê de jî kar dikim bi taybetî ya govendê. Dema ez derdikevim ser dikê hestên kêfxweşiyê bi min re çêdibin. Divê hemû dayik kar bikin û çanda bajarê xwe biparêzin, xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin.”

Xalîse Edhem jî got:’’Ez li malê jî hezkirina govendê di dilê zarokên xwe de mezin dikim. Ez wan li ser çanda Kurdî mezin dikim. Lawê min 14 salî ye tevlî tîma govendê ya zarokan a li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bûye. Erka me dayîkan ew e ku em çanda xwe biparêzin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.