Dayê Emîne karî polêsan

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:39

  • Dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît serê sibê ji Pirsûsê çûn pêşiya Edliyeya Rihayê. 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar 9’ê Adara 2021’ê li ber avahiya Edliyeya Rihayê destpêkir û îro 536’an de dewam dike. Dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît serê sibê ji Pirsûsê çûn pêşiya Edliyeya Rihayê.

Waliîtiyê ji 8´ê Tebaxê ve li malbatê qedexe kiribû ku li ber avahiyê nobetê bigire. Lê belê malbatê doh jî israra xwe dewam kir. Polêsên Tirk xwest çapemeniya azad asteng bikin û nehêlin wêne û dîmenan bigire. 

Ferîd Şenyaşar got, “Ev du hefte ne her roj, rayedar ji bo me ji edliyeyê dûr bixînin, hewl didin bi zorê qanûnan derxin. Ev du roj in ev zext li pêşberî biryardariya me hat rakirin. Her kesê ku tê, fêhm dike ku em bi biryar in û gavekê bi paş ve diavêje. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir, me got ‘heta daxwazên me bi cih neyên em ê ji vir neçin’. Heke mirinek hebe, dê li ber edliyeyê be. Daxwazên me bi temamî qanûnî ne.”

MA/RIHA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.