Di 20’ê Tîrmehê de Dadgeha Hewlêrê, cezayê 4 salan li Şêrwan Şêrwanî birî. Vê yekê jî li pey xwe nerazîbûnên tund anî û wek biryarek siyasî hate binavkirin. Herwiha li dijî biryara dadgehê gelek çalakiyên cuda pêk hatin. Di derbarê vê mijarê de Rojnamevan Evîn Nesrîn ji Rojnews’ê re axivî.
Evîn Nesrîn got: “Li welatekî ku daxwaza azadî û demokrasiyê tê kirin, divê li rewşa rojnamevanên wî welatî bi taybet rojnamevanên ku bi prensîb û rast dixebitin, temaşe bikin. Rewşa rojnamevanan li Herêma Kurdistanê di astek metirsîdar deye. Ev yek jî di qetilkirina rojnamevanan de, di doza Girtiyên Behdînanê û bi taybet di rewşa Şêrwan Şêrwanî de baş tê dîtin.”
Belgeyên sexte çêdikin
Rojnamevan Evîn Nesrîn diyar kir ku li Herêma Kurdistanê aliyên desthilatdar destwerdanê li biryarên dadgehê dike û got; “Biryara ku li ser Şêrwan Şêrwanî de hatî pejirandin, biryara desthilatdaran bû, ne ya dadwer bû. Li Herêma Kurdistanê yasa ne serwer e, dadgehkirina rojnamevanan û erêkirina dozan di destê kesayetên hizbî û desthilatdaran de ne. Zilma li Şêrwan Şêrwanî, zilma li hemû rojnamevanan e.”
Evîn Nesrîn di dawiya xaftina xwe de destnîşan kir ku dema ku li dadgehan de nikarin belgeyên rast li dijî rojnamevanan bibînin, serî li çêkirina belgeyên suc ên sexte didin.
ROJNEWS/MEHRAN REMEZAN