- Nûnerên rêxistinên sivîl: Girtiyên siyasî bi grevên xwe yên birçîbûnê li aliyekî hewl didin tecrîda li ser birêz Ocalan bidin rakirin û li aliyê din jî dixwazin tirsa gel bişikînin. Divê em jî ji vê peyama vê çalakiya wan bifikirin û berpirsyariyên dikevin ser xwe pêk bînin.
CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / RIHA
Greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 26’an de dewam dike. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê yê Rihayê Serhat Kurt, Hevserokê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî SES’ê ya Rihayê, Ferhat Demîr û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Halîl Akbaş, greva birçîbûnê ya girtiyan nirxandin.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê OHD’a Rihayê Serhat Kurt, destnîşan kir ku ew binpêkirinên tên kirin hemûyan bi raporên xwe yên 3 mehan carekê eşkere dikin û da zanîn ku ew di roja 2’yan a greva birçîbûnê de çûn serdana girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T yên Rihayê. Kurt, da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan ji bo binpêkirinên mafan ti gav neavêtine û anî ziman ku tecrîd jî hatiye girankirin. Kurt nameyên xwe yên ji bo CPT, Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê û saziyên parastina mafan ên navneteweyî re şandine bi bîr xist û got: “Daxwazên wan daxwazên heq in. Girtiyên siyasî wekî demên berê, di pêvajoya dawî de jî li dijî şer û tecrîdê ketin grevên birçîbûnê. CPT di rapora xwe ya dawî de Tirkiye hişyar kir. Ji ber ku li şûna hiqûqê, bi helwêstên siyasî radibe.”
Dixwazin tirsa gel bişikînin
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD’a Rihayê Halîl Akbaş jî anî ziman ku girtiyên siyasî bi greva birçîbûnê hem peyamê didin dewletê û hem jî didin desthilata AKP-MHP’ê. Akbaş, diyar kir ku tecrîda ji Îmraliyê belavî girtîgehan hemûyan û ji wir jî belavî tevahiya civakê bûye, li ser mirovan gumanên paşerojê çêdike û got, “Girtiyên siyasî bi grevên xwe yên birçîbûnê li aliyekê hewl didin tecrîdkirina birêz Ocalan bidin rakirin û li aliyê din jî dixwazin tirsa gel bişikînin. Ji ber wê, careke din barê vê çalakiyê dan ser milê xwe. Divê em jî li ser vê peyama vê çalakiya wan bifikirin û berpirsyariyên dikevin ser milê xwe pêk bînin.”
Dest ji têkoşînê bernadin
Akbaş da zanîn ku girtî bi derfetên kêm li ber xwe didin û anî ziman ku divê parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr û pêşengên civakê ji bo rakirina tecrîdê û jinûve avakirina demokrasiyê bi hev re tevbigerin û got, “Divê em di çarçoveya mafê me yê demokratîk û hiqûqî de dakevin meydanan û dengê xwe bilind bikin. Divê em daxwaza xwe ya jiyana azad û rakirina tecrîda ser birêz Ocalan bînin ziman. Em dizanin wê fikir û ramanên birêz Ocalan pêşî li siyaseta Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”
Hevserokê Şaxê SES’a Rihayê Ferhat Demîr jî got, yek ji daxwazên sereke yên grevên birçîbûnê jî sûdgirtina ji mafê tenduristiyê ye. Demîr, bal bire ser rewşa tenduristiya girtiyan û wiha peyivî: “Bi qasî em nûçeyan dişopînin û dibînin, mafê tenduristiyê li girtîgehan pirr tê binpêkirin. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.”
Di dawiya axaftina xwe de Demîr anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan tiştên pêwîst ên ku di dema greva birçîbûnê de ji girtiyan re hewce ne, nade wan û got, “Çalakiyên grevên birçîbûnê, çalakiya li dijî sepanên dijdemokratîk e. Dema çalakiyê dikin jî rûbirûyê binpêkirina mafan dibin. Divê li gorî rêgezên Rêxistina Bijîşkên Girtiyan ên Cîhanê diyar kirine, tevbigerin. Hem bi Danezana Maltayê hem jî bi ya Tokyoyê mafên girtiyên dikevin grevên birçîbûnê, hatinê misogerkirin. Divê li gorî van rêgezan helwêstê beramberî girtiyan nîşan bidin."