Daxwaza me azadiya Ocalan e
În 28 Sibat 2025 - 03:40
- Jinan bal kişandin ser girîngiya daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan û gotin ku daxwaza wan a sereke azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, dewam dike. Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar xist. Heyetê piştî hevdîtinê li Stenbolê daxuyanî da.
Li Amedê li Qada Şêx Seîd di ekrana mezin de daxuyanî zindî hat dayîn. Ji bajarên derdorê gelek kes hatin Amedê, li Wanê jî ekrana mezin li Qada Bajêr hat danîn. Bi hezaran kes ji bajarên Serhedê hatin Wanê.
Jinên li Îzmîrê bal kişandin ser rewşê û nêrînên xwe anîn ziman.
Azadiya Abdullah Ocalan
Dayika Aştiyê Nufusa Ataç, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser geşedanên demên dawiyê: "Gelê Kurd ne tenê di van du mehên dawî de, zêdeyî 40 sal in di nava daxwaza aştiyê ya bi rûmet de ye. Em naxwazin xwîna tu kesî bê rijandin, Gotin em ê Abdullah Ocalan azad bikin û aştiyê pêk bînin. Lê qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, her roj Rojava bombe dikin, zarok û kalan qetil dikin. Ev daxwaza aştiyê çawa ye? Piraniya aboriya welat ji bo şer tê xerckirin û ger aştî pêk neyê wê tengasiya aborî hîn zêdetir bibe. Di vê meha Remezanê de kesên xwedî wijdan, demokrasî û hiqûq dê aştiya bi rûmet misoger bikin."
Nufusa Ataç, diyar kir ku di çareseriyê de rol û mîsyona Abdullah Ocalan girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku tecrîda li ser Rêberê me Abdullah Ocalan ranebe aştî pêk nayê. Name çi ye divê parêzer û malbata wî bi hêsanî pê re hevdîtinê bikin. Bi rastî jî divê bi temamî were berdan. Vîdyoyek çêtir e, ne nameyek. Dostên tirkan ne ewropî ne, kurd in. Ger aştî pêk were dê bi kurdan re be, ne bi ewropiyan re. Lewma em aştiyeke bi rûmet dixwazin."
Vîna me Rêber Abdullah Ocalan e
Hasîbe Akdogan, diyar kir ku Gelê Kurd her tim di nav zilm û zextan de bû û wiha bi lêv kir: "Ne dewletên biyanî feydeyê bide polîtîkayên Tirkiyeyê. Tirkiye êdî polîtîkayên di cih de yên ku feydeyê bide gel naafirîne. Wek Selahattîn Demîrtaş bi hezaran siyasetmedar niha girtî ne. Ya herî girîng jî rêberê me dîl hatiye girtin. Vîna me Rêber Abdullah Ocalan e. Em di serî de ji bo rêberê xwe û ji bo hemû girtiyên xwe azadî dixwazin. Ji bo mirovatiyê hêviyek e û em dixwazin wî li dervê bibînin. "
Em aştiyeke bi rûmet dixwazin
Naîme Kocakaya endama DEM Partiyê ye wiha nêrînên xwe anî ziman: "Gundê me hat şewitandin û em koçber bûn. Edî em naxwazin Gelê Kurd zilmê bibîne. Heke Abdullah Ocalan nebûya hebûna kurdan ewqas nedihat nasîn. Em li dijî qetîaman e. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Her wiha em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Wekî din aştî pêk nayê."
Azadî mafê wî ye
Gugerçin Şakal, da zanîn ku niha li girtîgehan gelek kurd hene û divê êdî girtî bigihêjin azadiya xwe û wiha axivî: "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve. Azadî mafê wî ya herî bingehîn e."
JINNEWS/ÎZMÎR