Daxwaza azadiya Ocalan bikin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:24

Nêzî 36 meh in ti agahiyek ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk a dagirker rê bi parêzer û malbatê nade hevdîtinê li gel de bikin. Li seranserî cîhanê jî çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin.

Xelkê Hewlêrê têkildarî tecrîd û giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axivîn. Kesê bi navê Ferhad Mentik di destpêka axaftina xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got:“Ji bo di navbera gelê Kurd û Tirk de pêvajoya aştiyê destpê bike, pêwîste tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin û ji girtîgehê bê berdan. Ji ber ku kilîla çareseriyê li cem Ocalan e û bi azadiya wî re wê dawî li şer û xwîn rijandinê were.” Di dewamê de Ferhad Mentik diyar kir ku dewleta Tirk mafên gelê Kurd desteser kiriye û dijminahiya gelê Kurd dike: “Daxwaza min ji gelê Kurd ew e ku bi yekgirtî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin, da ku mafên gelê Kurd bi rêyên aştiyane werin bidestxistin.”

Idrîs Dîbegeyî jî piştgiriya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got:“Şermek mezine ji wan welatên ku tevlî komploya navneteweyî bûn û Rêber Ocalan xistin girtîgehê de. Divê gelê Kurd li dijî komployê xwedî helwestek yekgirtî bin.” Idrîs Dîbegeyî destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd têdikoşe û got:’’Divê li her çar beşên Kurdistanê gelê Kurd bi hemû çîn û pêkhateyên xwe ve li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.