Daristanên Hirorê bi PDK’ê dide birrîn

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 22:18

  • Artêşa Tirk a dagirker bi şîrîkatiya hinek berpirsên PDK’ê, daristanên devera gundê Hirorê ya Berwariyê dibirre. 

Artêşa Tirk a dagirker bi şîrîkatiya hinek berpirsên PDK’ê, daristanên devera gundê Hirorê ya Berwariyê dibirre. Heta niha bi dehan wesayîtên barhilgir darên hatine birrîn birine bajarê Şirnexê.

Artêşa Tirk a dagirker tevê êrişên li dijî herêmên gerîla û Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê baregeh û binkeyên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê jî zêde dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk li zozanên Hirorê baregeheke nû ya leşkerî çêdike û ji bo baregehê jî rêyeke mezin di nava daristanên Hirorê re dibe baregehê.

Hate gotin, baregeha leşkerî ya Tirk kîlometreyekê ji gundê Hirorê dûre û nêzî nuqteya Heres Hidûd e. Artêşa Tirk ku ji aliyekî ve baregehên leşkerî di bin çavdêriya berpirsên PDK’ê yên Heres Hidûd de li herêmê çêdike, li aliyê din jî bi şîrîkatiya wan bi hezaran darên li herêmê dibirre û difiroşe.

Çavkaniyekê ragihand ku darbirrîn û çêkirina baregehên Tirk a li devera Hirorê û herêmê hemûyî bi hevkariya Fermandarê Lîwaya 1 ya Heres Hidûd, Dilêr Ferzende Zêbariyê PDK’yî tê kirin.

Çavkaniyê îdîa kir bi şîrîkatiya Dilêr Ferzende Zêbarî heya niha bi hezaran dar li herêmê hatine birrîn û ew dar birine bajarê Şirnexê yê li Bakurê Kurdistanê.

Dilêr Ferzende Zêbarî PDK’yî ye û birayê Berpirsê Komîsyona Bersivdayîna Raporên Navnetewî, Dîndar Zêbariyê PDK’yî ye.

Gundê Hirorê li herêma Kanî Masî ya Metînayê û ser bi parêzgeha Dihokê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.