- Înstalasyona Dorîs Salcedo ya “Uprooted” îşaret bi bêwarbûna penaberan dike. Penaberên ku ji axa xwe qut bûne û mecbûr mane ber bi welatên biyanî ve biçin. Wê ev xebata xwe weke maleke ji daran sêwirandiye. Darên ku ku êdî ne zindî ne û mirî ne. Darên ku ji qurmên xwe qut bûne.
Sernav û babeta sereke ya Bienala Sharjah ya 15’an yekser bala mirov dikşîne ser xwe; “Thinking Historically in the Present” (Bi awayekî dîrokî hizirîna di roja îro de). Ev sernav ji ber nihêrînên kurator Okwui Enwezor ên postkolonyal, hatiye girtin. Okwui Enwezor nivîskar û helbestkarekî Nîjeryayî bû û li Elmanyayê dima. Beriya du salan wefat kir. Lê weke nivîskar û kuratorekî Efrîkî navdar bû; ew yek ji wan kuratoran bû ku cara yekem li Bîenala Venedîkê weke kuratorekî Efrîkî hatibû hilbijartin.
Piştî Enwezor wefat kir, kuratorê bi navê Hoor Al Qasimî nihêrînên wî yên postkolonyal li erdê nahêle û Bîenala Sharjah ya ku li Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb du salan carekê tê lidarxistin, ji nû ve saz dike. Berhemên ku îsal di bîanelê de tên nîşandan, giş bi rêwîtiya mirovahiyê re elaqedar in û berhem hemû jî tesîra rabuhiriyê ya li ser siberoja insanan nîşan didin. Nexasim jî babetên weke nijadperestî, koçberiya bi darê zorê, avûhewa û rûxandinên kapîtalîzmê. Berhemên di bîanelê de tên nîşandan vê yekê dibêjin ji mirovahiyê re: statuko van rastiyên li holê qebûl nake û xelk jî zêde bala xwe nade hunerê ku rastiya statukoyê tîne ziman.
Ji ber van sedeman jî bîenala îsal bi birînên ku mêhtingeriyê yan jî postkolonyalîzmê di ruhê insanan de vekirine, daketiye û berhemên hunerî li gorî wê neqandine. Hunermendên ku beşdarî bîenalê bûne jî giş ji welatên ku mêhtinger lê hene û xelk êşandine, hatine hilbijartin. Hin ji van hunermendan ev in: Cao Fei, Joiri Minaya, Gabriela Golder, Hyesoo Park, Lee Kai Chung, Kerry James Marshall, Mona Hatoum, María Magdalena Campos- Pons, David Hammons, John Akomfrah, Amar Kanwar û Erkan Ozgen. Hunermend bi berhemên weke wêne, peyker, înstalasyon, vîdeo û film beşdarî bîenalê bûne. Kurator Al Qasimî vê pirsê dike; “Di huner de encamên çalakiyên polîtîk çi ne?” û bi vî awayî jî bersivê dide: “Heger hûn berê xwe bidin karên hunerî yên hunermendan û arşîva ku derxistine holê bibînin, hûn ê bersiva pirsa min jî hîn bibin.”