Welatiyên gundê Gerewan a Dola Akoyan a ser bi bajarokê Rewanduzê, darên bê berhem diteemînin (aşlekirin) û vedigûherînin darên biber. Ji darên karçikên xwezayî yên li çiyayan çend cûrek cûda yê hirmiyan berhem tînin.
Ev çend salek e, welatiyên gundê Gerewan ê Dola Akoyan bi awayê palûte (li deverê dibêjin "zibale") berê xwe didin daristan û çiyayên derdora gund. Ew dixwazin darên bêber biteemînin. 

Xelkê gund kelûpelên xwe yên kar û xwarina xwe ya rojê, li hesp û hêstiran dikin û didin rê. Gava xelkê gund gihişt cihê xwe, her hostayekî teemandinê du kesan ji bo alîkariyê bi xwe re dibin. Kesê karê teemandinê dike jî divê kesek şareza be. Beriya teemandina dareke bêber, ji dareke biber, guliyên bi kulîlk tên birrîn û bi wan guliyan darên bêber tên teemandin. Dara bê ber a teemandinê, bi wî guliyê dara biber, gava ew gulî gihîşt, berdar dibe. 

Gerewanî ji jîngeha xwe hez dikin, li çiyayên derdora wan bi hezaran darên karçik hene. Welatî beriya dest bi karê teemandinê bikin, weke helwêsteke heskirina ji jîngehê, kewekî ji rikeha wî berdidin û piştre dest bi karê xwe dikin. Resûl Kerîm dibêje, xelkê gund, "bi keyfxweşî tevli vî karî dibe.”

Saman Tofîq ê mamoste jî dibêje; “Karên giran ên wek kêlana rezan, dirûna genim, paqijkirin û kesaxtina rezan tev palûte tên kirin. Teemandina daran jî yek ji wan karan e.”

ROJNEWS/REWANDUZ