Wênegirê bi navê Vitor Schietti bi kompozisyonên xwe yên ku di çarçoveya “Impermanent Sculptures” de
digire xweşikiya darên bonsaî derdixe holê. Paşxaneya fotografên wî tarî ne, lê ew bi teknîka pozên dirêj ên wênegiriyê darên bonsaî di nav ronahiyê de dixeriqîne. Dema mirov bi awayekî teknîkî çend wêneyan li ser hev siwar bike dîmenên bi vî awayî derdikevin holê. Mirov dibêje qey brûskê li darên bonsaî daye lê di rastiyê de tiştekî wiha tine ye. Ev tişt tenê hîleyeke wênegiriyê ye û bi saya teknîkên cuda wêneyên bi vî rengî tên girtin. Lê ji bo vî tiştî jî şarezabûn lazim e. Nexwe girtina wêneyên bi vî rengî ne karê her kesî ye!
Darên bonsaî weke mînyatûran in, yanî ew piçûk in. Lê Vitor Schietti bi şewq û ronahiyê daran mezintir nîşan daye. Vitor Schietti dide zanîn ku darên bonsaî ruh û çavkaniya jiyanê îşaret dikin û got; “Dar pirr bi heybet in. Di gelek çandên dinyayê de li ser daran mîtolojî hatine afirandin, roleke wan ya girîng heye di çanda neteweyan de. Her wiha dar hucreyên pêşî ne ku zeraqên tavê ber bi xwe ve dikşînin. Dar li ronahiyê dimêtin. Ji lewma jî ew qayîm û xweşik in.”
NAVENDA NÛÇEYAN