Tenê xwestin na têkoşîn divê

Duşem 5 Cotmeh 2020 - 23:00

  • Hevserokê Konseya Rêveber ê KCKʼê Cemîl Bayik têkiliya diyalektîk a di navbera azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd de danî û got, “Êdî tenê xwestina azadiya Rêber Apo kêm e, ji bo wê têkoşîn divê.”

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCKʼê Cemîl Bayik got, yên bawer bikin ku bêyî azadiya Rêber Apo wê Kurdê bigihîjin jiyana azad û demokratîk wê bikevin xefletê û ji lewra wê azadiya Rêber Apo bibe delîlê guhertina zêhnî yê meseleya Kurd.
Bayik qala pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: dem dema azadiyê ye” kir û got, yek ji hedefên sereke yên pêngavê azadiya Rêber Apo ye. Bayik diyar kir ku têkoşîna azadiya Rêber Apo nexe hedefa xwe wê serketî nebe û got: “Li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn çu têkoşîna azadiya Rêber Apo neke hedefa xwe wê biryardariya wê ya ji bo azadî û ruhê şoreşgerî qels bimîne, xwedîderketina li Rêbertiyê ne tenê berpirsiyariyeke civakî û siyasî ye, di heman demê de ferzeke wijdanî û exlaqî ye. Azadiya Rêber Apo deynê ser stûyê me ye. Azadiya wî ne tenê azadiya sosyalîstekî, şoreşgerekî, civaknasekî yan jî fîlozofekî ye. Di heman demê dem azadiya gelê Kurd e.”

Dijminatiya bi Rêber Apo re dijminatiya Kurdan e

Bayik, gotina Rêber Apo ya weke “Bi sedema ku min kir gelê Kurd karibe mafên xwe bixwaze dijminatiyeke mezin bi min re dikin.” bi bîr xist û got, “Ha ji ber vê ye, sîstema zorê, tecrîd û êşkenceyê li ser Rêber Apo heye. Dixwazin tolê jê hilînin. Asta gelê Kurd gihiştiyê nikarin qebûl bikin. Ev rastî bi xwe nîşan dide ku êrişa li ser Rêber Apo di heman demê de êrişa li ser gelê Kurd e.”

Dem dema têkoşînê ye

Bayik îşaret bi awayê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kir û got: “Di çarçoveya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de heta azadiya Rêber Apo pêk neyê wê jiyana azad û demokratîk ji bo Kurdan pêk neyê. Yên vê wisa nebînin di xefletê de ne, û xwe dixapînin. Heta helwesta li hemberî Rêber Apo neguhere wê helwesta li hemberî doza Kurd û Kurdan jî neguhere. Ji bo mirov bibîne zêhniyeta di doza Kurd de guherî ye, divê mirov bibîne helwesta li hemberî Rêber Apo guherî ye.
Eger em dixwazin faşîmê hilweşînin û demokrasiyê pêk bînin û dîsa meseleya Kurd çareser bikin tenê mirov rakirina tecrîdê bixwaze kêm e, û ev awayekî têkoşînê nîne. Di vê qonaxê de divê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşîn hebe.
Rêber Apo 22 sal in di nava şertên esaretê de ye. Di vê qonaxê de divê êdî azadiya wî pêk were. Salên borî ji bo vê derfet û îmkan afirandine. Şert û mercên siyasî yên li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û dinyayê vê dixwazin. Êdî gelê Kurd nikare qebûl bike Rêber Apo di zindanê de be. Mana wî ya di zindanê de li ser milê gelê Kurd, di dilê wî û mejiyê wî de barekî giran e. Gelê Kurd naxwaze di bin vî barî de bimîne. Ez careke din destnîşan dikim wê têkoşîn heta bi azadiya Rêber Apo ango azadiya gelê Kurd dewam bike.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.