• Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê HDP’ê bi rasthatina salvegera darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî îradeya gelê Kurd, çalakî li dar xistin û peyama ‘darbeker şikestin û HDP xurt dibe’ dan.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî îradeya Kurdan hat protestokirin. Di daxuyaniyên dema çalakiyan de hat gotin, desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye û HDP bi xwe xurt dibe. Dewleta Tirk li Wan û Agiriyê xwe I çalakiyan ranegirt êrişî wan kir. 

AMED: Rêxistina HDP’ê ya Amedê li Xezal Parkê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê ESP’ê Baycan Taşkiran, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê HDP’a Bajêr a Amedê, Zeyyat Ceylan di çalakiyê de got “Armanca sereke ya darbeyê, dîlgirtina siyaseta demokratîk e. Dema ku em hatin girtin, avahiyên me yên partiyê û mîtîngên me hatin bombekirin, şaredariyên me hatin desteserkirin, me got, ne HDP wê faşîzm têk biçe. Va ye têk diçin û partiya me li ser xwe ye, bûye hêviya gelên Tirkiyeyê. Avakirina xeta têkoşîna civakî û siyasî îro jî bingehê hebûna me ya siyasî ye.”

RIHA: Li avahiya partiyê ya Rihayê, hevserokê HDP’ê yê Bajêr, Ziya Çalişkan ji çapemeniyê re got, “5 salan piştî darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê, em careke din dibêjin; em ê ti carî teslîmî operasyonên zilmê nebin. Em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bi biryardarî bimeşînin.”

MÊRDÎN: Darbeya 4’ê Mijdarê li navçeyên ser bi Mêrdînê, Artûklû, Qoser, Nisêbîn, Midyad, Stewr, Kerboran, Mehsert, Dêrik û Şemrexê bi daxuyaniyan hate şermezarkirin. Li Artûklûyê li ber avahiya partiyê ya HDP’ê pankarta li ser nivîsandî “Na ji darbeyên siyasî re” hate hildan û dirûşma “Zext nikarin bi me” hate gotin. Hevserokê HDP’ê yê Artûklûyê, Bekîr Dag diyar kir ku HDP li dijî êrişan li ber xwe dide û wê vê têkoşîna xwe dewam bike. 

ŞIRNEX: Li navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê jî gelek kes li ber avahiya HDP’ê civiyan û daxuyaniyek dan. Polêsan beriya daxuyaniyê dor li avahiya partiyê girt. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag got, tevî êrişan jî HDP têkoşîna xwe dewam dike û xurt dibe.

AGIRÎ: Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê, xwest ji bo “Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê” daxuyaniyê bide. Polêsan dewleta Tirk êrişî HDP’iyan kir û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr, Semra Ozden û Erol Berke tevî 4 kesên din kirin nezaretê. Polêsan welatiyên ku xwestin tevlî çalakiyê bibin jî asteng kirin. Li ser vê yekê HDP’iyan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Welatiyên li hawirdorê helwêsta polêsan şermezar kirin. Polêsan êrişê HDP’iyan kir û 6 kesan kirin nezaretê.

WAN: Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî bi heman armancê li Kuçeya Huner xwestin daxuyaniyê bide çapameniyê. Polêsan Tirk bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê, destûr neda HDP’iyan. Ji ber vê jî ji bo demekê di navbera HDP’iyan û polêsan de nîqaş çêbû. Piştre polêsan êriş kir û gelek bi êşkenceyê kirin nezaretê. Polêsan di heman demê de nehişt ku rojnamevan wêneyan û dîmenan bigirin. HDP’iyan polêsên Tirk şermezar kir û çalakiya rûniştinê li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN