Daraza Tirk bi talîmatan dixebite
Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:05
Mehmet Tekdemîr, birayê Hevşaredara berê ya Bazidê Delal Tekdemîr diyar kir xwîşka wê ya nexweş nayê dermankirin, xwîşka wê ji emeliyat bûyî ye, protes di çongên wê de ye, ji ber vê bi êşên giran e. Her wiha nexweşiyên wê din hene li gel vê jî daraza Tirk a ku bi fermanan dixebite xwîşka wî bernade.
Hevşaredara Bazîdê ya Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Delal Tekdemîr tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nayê tedawîkirin. Tekdemîr, di 5'ê sibata 2017'an de hate girtin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Tekdemîr, niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Beriya bikeve girtîgehê emeliyat bûbû û protez xistibûn çongên wê. Lewma êşên giran dijî.
Xwişka min nayê tedawîkirin
Birayê Tekdemîr, Mehmet Tekdemîr anî ziman xwişka wî bi awayeke derhiqûqî hatiye girtin û wiha got: "Nêzî du sal û nîvan di Girtîgeha Wanê de ma. Protez di her du çongên wê de hene. Her wiha guatr pê re heye û bêhna wê diçikê. Piştî nexweşînên wê giran bûn hat berdan. Lê di sala 2021'ê de cezayê wê li Dadgeha Bilind hat erêkirin û li Stenbolê hate girtin. Xwişka min li girtîgehê nayê dermankirin. Li girtîgehê gelek girtiyên pençeşêr li wan peyda bûne hene û çendî raporên wan hene jî nayên berdan."
Girtiyan derman nakin
Tekdemîr destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) alîgir e û di bin bandora siyasetê de maye û li gorî talîmatan tevdigere. Tekdemîr, wiha domand: "Daraz hemû di destê AKP-MHP'ê de ye. Bêyî talîmatan nikarin biryaran bidin. Girtiyan derman nakin û wan bernadin. Kujer û dizan berdidin lê kesên ji bo azadiyê têdikoşin ceza dikin. ‘’
MA/AGIRÎ