- Eger mirov tenê çîroka Dara Zivingê nas bike, ew ê fam bibe ku Êzîdiyan çiqasî li ber xwe daye ji bo parastina ola xwe ya kevnar. Dara Zivingê hişk bûye lê berxwedana sedan salan hîna şîn e û her ku diçe geş dibe.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Dara Zivingê ku dikeve Deşta Warê Xidirê, di dîroka Êzîdiyan de bûye dara pîroz a şêwr û mişêwira Êzîdiyan. Di 1892’yan de dema Ferîq Paşa fermana Êzîdiyan rakir û di 2014’an de dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, pêşêngên civaka Êzîdî di bin vê darê de kom bûn û biryara berxwedanê dan. Dara Zivingê niha hişk bûye, lê berxwedana sedan salan hîna şîn e.
Di dîroka Êzîdxanê de gelek çîrokên fermanan û qehremanan hene. Dengbêjên Şengalê bi dehan kilam li ser van ferman û berxedanan girêdane. Ev kilamên ser dayînê lê sir nedayînê ne. Her ku ferman nû dibin, em navê qehremanên nû jî dibihîsin. Têkoşîna Memoyê Elî, tilîlîyên Zerîfa Osê û heta bi Zerdeşt Şengalî û Dijwar Feqîr…
Êzîdiyên rojperest ji bo bîr û baweriya xwe ya qedîm, di dîrokê de rastî gelek êrişên xedar hatin, lê dijminekî esasî yê civaka Êzîdî hebûye û ew jî dewleta Osmanî bûye. Qirkirina Êzîdiyan bûye hesret di dilê Osmaniyan û neviyê wan Erdogan de. Di rûpelên dîrokê de berxwedana Êzîdiyan a ji bo parastina çand, ol û ziman her li dijî Osmaniyan bûye.
Di 1892’yan de Osmanî biryara qirkirina Êzdiyan didin. Ji bo fermana ser Êzîdiyan Emer Wehbî Paşa tê erkdarkirin ku jê re digotin Ferîq Paşa. Di vê fermanê de ku pirraniya Êzîdiyan di Çiyayê Şengalê de bûn, bi hejmareka mezin a leşkeran dor li Çiyayê Şengalê girtin. Hedef ew bû ku Êzîdî bê av û xwarin bimînin û ji neçarî teslîm bibin. Çawa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê dest danî ser kaniyên avê, bi heman awayî artêşa Ferîq Paşa jî dest danî ser kaniyên avê û bi vî şêwazî Êzîdî tengav kirin.
Li bin ‘Dara Zivingê’ plansaziya berxwedanê
Her ku diçû rewşa Êzîdiyan ber bi zehmetiyê ve diçû, Êzîdiyan biryara berxwedanê da. Êzîdî li gundê Zivingê kom bûn û di bin Dara Zivingê de biryara berxwedanê dan. Dara Zivingê ku dikeve Deşta Warê Xidirê, li jora Geliyê Kersê dareke gelekî mezin e, ji ber mezinahiya wê darê, di dema fermana Ferîq Paşa de bi pêşengiya Mihemeyê Ebdo, Sivokê Meto, Milhimê Elî Axa, Hemo Şero û Mehmûdê Osê li bin Dara Zivingê li hev kom dibin û plansaziya xwe ya şer û berxwedanê datînin. Di civîna di bin Dara Zivingê de biryar hate dayîn ku ji sê milan ve êrişî ser dijmin bikin.
Ji aliyê Barê û Geliyê Şilo ku jê re dibêjin Kêdûka Xerbî, teslîmî eşîra Simoqiyan kirin û bi pêşengiya Milhimê Elî Axa berxwedan li vir hate kirin. Her wiha li aliyê rojhilatê Çiyayê Şengalê, eşîra Mihrakan li ber xwe da û her wiha li bakûrê Çiyayê Şengalê jî bi taybetî li gundê Bekira, bi pêşengiya Mihemeyê Ebdû berxwedan hate kirin.
Êzîdiyan ji van her sê aliyan ve li dijmin da.
Li gundê Bekira, Mihemeyê Ebdo siwarê hespê dibe û êrişê dibe ser leşkerên Ferîq Paşa, ku topxaneya xwe li ser Girê Ereba, li Komalgeha Borik danîbû û ji wir Çiyayê Şengalê topbaran dikir. Mihemeyê Ebdo xwe digihîne kesê topavêj û artêş neçar dimîne xwe ji vir vekişîne. Piştî ku artêş di eniya Bekira de dişke, êdî xwe ji tevahiya Çiyayê Şengalê vedikişînin û bi vî awayî berxwedana Êzîdiyan bi ser dikeve.
Lêkolerên Êzîdî û di stranan de jî dengbêj li ser vê fermanê behsa rola Zerîfa Osê jî dikin û dibêjin, “Ev ferman bi pêşengiya Zerîfa Osê û Mihemeyê Evdo hate şikandin. Ji ber ku dema Mihemeyê Evdo êriş bire ser eskerê Ferîq Paşa, Zerîfa jî bi pey wî dikeve, ji bo moral bide wî û berxwedêran bi dengekî bilind dilîrîne û dihilhilîne û li kêleka Mihemeyê Evdo êriş dike, ji pey artêşa Osmaniyan venagerin heta wan digihînin ava Pêşxabûr û beşek ji wan ber bi Kerkûkê ve direvin.’’
‘Eger em li çiya bin em bi hêz in’
Dara Zivingê heta roja me ya îro jî maye û di nava Êzîdiyan de dareke pîroz e. Her çiqas ji ber kevnariyê dar hişk bûye û şikestiye jî lê kes destê xwe nade wê darê û gelek kes serdana vê darê dikin.
Ji oldarên Êzîdiyan Şewêş Sîno jî behsa fermanên li dijî Êzîdiyan dike û dibêje, “Ne tenê di fermana 3’ê Tebaxê de, di her fermanê de Çiyayê Şengalê bûye cihê berxwedana Êzîdiyan. Dema DAIŞ’ê êriş kir, çawa di fermana Ferîq Paşa de Êzîdiyan xwe spart Gundê Zivingê, di 2014’an de wê dîrokê xwe dûbare kir. Êzîdî li vir kom bûn û ji heman cihî dîsa pilansaziya xwe ya şer danîn û êrişî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Çawa di sala 1892’yan de Êzîdiyan av ji kaniya Harûniyê dianî, di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de careke din wê dîrokê xwe dubare kir. Ji ber wê pêwîst e em li van cihan xwedî derkevin. Heger em li çiya bin, em bihêz in, xwedî îrade ne û heta ol û çanda me bihêztir e.’’
Heger mirov tenê çîroka Dara Zivingê nas bike, ew ê fêm bibe ka Êzîdiyan çiqasî li ber xwe daye ji bo parastina ola xwe ya kevnar. Dara Zivingê hişk bûye lê berxwedana sedan salan hîna şîn e û her ku diçe geş dibe.
‘Di destê me de nemaye ji bilî mîratê darê tifinga’
Li ser vê fermanê û berxwedana Êzîdiyan, dengbêjên wê demê stranek girêdane. Di stranê de kite bi kite behsa berxwedêrên wê demê tê kirin. Bendek ji wê stranê wiha ye:
‘’Lê dayê dinya li me teng bû weka Tara Bêjingê. Gelek Hene şad û nişûdê wî Dawidê Dawid Babê Îsa, Erê Milhimê Elî Axa, gelî bab û bira îro xeberê bidin Mihemeyê Ebdû, Babê Saleh wê Sivokê Meto Babê Berces, Osê Mejdîn, Kekê Xemê, Mehmûdê Osê, gelî bira mêrî çêbibe lephilînin. Bi xwedê şêwir û tekbîrên van kurê ciwanmêre ketine raserî Geliyê Kersê, bin Dara Zivingê.
Belê di bin Dara Zivingê de, Osê Mejdîn kekê Xemê sê denga gazî dike Mihemeyê Ebdû, Babê Saleh, gelî bira mêrî çê be lebhilîna, ew berê xwe ji bêlokê eskerê Firîq Paşa negerîna erz û eyalê şêrîn metirsîne, gulî sohra vê sibê ji destê nezamê bifikîna. Belê xwedê zanibe destê me ji gulîsohrê me qut bû, xwedê zanê di destê me de nemaye ji bilî mîratê darê tifinga.’’