Ev dar hêlîn û stara bi sedan çivîkî ye
Ev der Gundik e, ser bi navçeya Farqînê ye, li Amedê. Ev dara hanê war e ji qederê sedek hêlînî re. Dar bûye stargeheke çivîkan. Ji Jinnewsê Sema Çaglak wêne girtiye. Mirov di wêne de nebîne jî, tava biharê vîçevîç û çîrewîra çivîkan li ber guhên me dixe. Dar di nava avzêmekê de ye û bi vî awayî jî hinekî ji mirovan parastî ye.
AMED